Burç Baysal dîsa bû Serokê Amedsporê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amedsporê Burç Baysal, di kongreya îro de dîsa wekî serok hate hilbijartin.

Amedsporê îro kongreya awarte li dar xist. Serokê Amedsporê Burç Baysal ji aliyê delegeyên va dîsa wekî serok hat hilbijartin.

Baysal piştî hilbijartinê axaftinek kir û got, "Em dê tîmeke ku we şermezar neke pêk bînin."

Baysal got, "Ez ji bo dilnizmîya ku we nîşan da spas dikim. Ez dixwazim vê yekê bibêjim, di sezona 2025/26an de em dê bi tîmeke ku navê Amedsporê lê tê, derkevin pêşberî we.

Bêguman Amedspor di her lîga ku tê de dilîze tîmeke bi îdîa ye. Di hemû şaxên me yên jinan û astengdaran de jî, em dê bi awayekî ku we şermezar neke têbikoşin.

Rêveberiya me ya ku îro pêk hatî dê bi vê hişmendiyê xebatên xwe bidomîne.

Em dê ji bo xizmeta ruhê yekîtî, hevgirtin û aştiyê ya ku niha hemû welat tê de ye, li ser navê Amedsporê vê têkoşînê bidomînin.

Ji bo avakirina yekîtî û hevgirtinê di vî welatî de, Amedspor dê derkeve pêşberî raya giştî ya Tirkiyeyê.

Bi taybetî di warê tîma mêran de ez naxwazim îfadeyên zelal bikar bînim lê ez dikarim vê yekê bibêjim.

Em dê tîmeke ku we şermezar neke pêk bînin.

Ez di nav van hest û ramanan de spasîya hemû pêkhateyên me yên ku bawerî bi me anîne dikim."

Amedsporê li ser hesabê xwe yê Xê li ser hilbijartina Burç Baysal got, "Di kongreya me ya awarte ya ku îro pêk hat de,

Burç Baysal dîsa wek serokê klûbê me hate hilbijartin.

Em ji bo vê erkê girîng serokê xwe Burç Baysal pîroz dikin û di erkê wî de serkeftinê dixwazin. Em bi peyama 'Bila ji bo civata me bi xêr be' pîroz dikin."

"Em spasîya hemû pêkhateyên xwe dikin ku klûba me bi tenê nehiştin"

Endamên Lijneya Rêveberîyê yên Esîl ên Amedsporê ji van navan pêk tê:

Şeyda Arslantaş

Îhsan Ugur

Şengul Saruhanoglu

Selman Ergun

Semra Arslan

Gamze Yalçin Îlboga

Rojîn Hîlez

Cahît Akin

Faruk Korkmaz

Nedîm Şimşek

Nevzat Gunay

Mehmet Delîl

Zafer Akgul

Nîhat Salmiş

Alî Riza Yildirim

Kamuran Azîzoglu

Mazlûm Kiliç

Azîz Konak

Mustafa Altin

Mehmet Demîr

Cemal Dogrûl

Mehmet Tazgel

Nedîm Dalga

Umît Gunel

Serhat Demîr

Ugûr Yasak

Talîp Sumbul

Mûrat Şerîfoglû

Serdar Bîrtane

Endamên Lijneya Kontrolê yên Esîl

Ferdanî Gokdere

Selahattîn Çoban

Servet Ozen