Amedspor îşev ji bo serkeftinê derdikeve qadê

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor di hefteya çaremîn a Lîga 1emîn a Trendyolê de îşev dibe mêvanê Adana Demirsporê.

Tîma Amedê ya ku bi îdiaya Lîga Super dest bi sezonê kiriye, dixwaze li deplasmanê bi ser bikeve û rewşa xwe di lîgê de xurttir bike.

Maça di navbera Adana Demirspor û Amedsporê de dê îşev saet 21:30î li stadyuma Edeneyê bê lîstin.

Amedspor di 3 maçên xwe yên ewil ên lîgê de heta niha 4 puan kom kirine.

Tîma Amedê di maça xwe ya dawî de li mala xwe 4-2 zora Sivassporê biribû û bi moralekî bilind berê xwe dide Edeneyê.

Adana Demirsporê jî ji ber cezayê xwe bi -6 puanan dest bi sezonê kiribû û di vê maçê de ji bo bidestxistina moral û bilindbûna di rêzbendiyê de têdikoşe.

Çavê alîgirên Amedsporê li ser vê maça girîng e û ew hêvî dikin ku tîma wan bi 3 puanan ji Edeneyê vegere.

Maç dê li ser ekranên TRT Spor û beIN Sportsê bi awayekî zindî were weşandin.