Kurdên Almanya jî tevlî ahengên sersalê bûn
Almanya (Rûdaw)- Peyamnêra Rûdawê li bajarê Dusseldorf ê Almanya ahenga Sersalê romal dikir, ku beşek ji kurdên Başûrê Kurdistanê jî bi rêya Rûdawê peyamên xwe ji Kurdistanê re şandin.
Beşek ji xwendekarên Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê ku bo berdewamiya xwendina xwe, berê xwe dane welatê Almanya, di şeva Sersalê de ew jî tevlî ahenga Dusseldorfê bûn û hêviya serkeftinê ji Hêzên Pêşmerge re li dijî DAIŞê xwestin.
Şevê din ahengên mezin li Dusseldorf û Almanya birêve çûn. Ew xwendekarên kurd ev sala yekê ye ku Sersala xwe li Almanya dikin.
Jibilî wan xwendekaran, hejmarek koçberên kurd jî di ahengên Sersalê de beşdar bûn û peyam ji malbat û mervên xwe re şandin.