Mattis daxwaz ji hêzên amerîkî kir ku hevpeymanên xwe biparêzin
Hewelêr (Rûdaw) – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis ku piştî biryara vekişandina hêzên Amerîk ji nav Sûriyê dest ji posta wezîrê berevaniyê berda daxwaz ji hêzên welatê xwe kir ku hevpeymanên xwe biparêzin û di şer de xweragir bin.
Di nameya xwe ya herî dawiyê de James Mattis daxwaz ji artêşê kir ku piştevaniyê li destûra welatê xwe bike û bi her awayekî jiyana Amerîkiyan biparêze.
Mattis ev yek jî anî ziman, ku wezareta berevaniyê ev rastî nîşan daye, ku di demên herî zehmet û dijwar de ew dikarin di rewşeke herî baş de bin.
Di heman demê de Mattis daxwaz ji artêşa Amerîka kir, ku li kêleka hevpeymanên xwe bisekinin û di eniyên şer de li ber xwe bidin û xweragir bin.
James Mattis ku 68 salî ye, yek ji wan rayedarên nadir ên Amerîkayê ye ku ji destpêka destbikarkirina îdareya Trump ve li ser posta xwe mabû, herwiha yek ji wan kesan tê dîtin ku di civînan de rûbirûyî biryar û daxwazên Trump bibe, bi taybetî jî di mijarên peywendiyên bi hevpeymanên Amerîkayê li cîhanê û hebûna leşkerên Amerîkayê li welatên cîhanê.