Li Swîsreyê şahiya sersalê bû şîn: Bi dehan kes şewitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda kaşûnê ya navdar a Crans-Montanaya Swîsreyê di şahiya sersalê de şewat derket û bû karesat.

Li gorî agahiyên destpêkê nêzîkî 40 kesî mirine û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûne.

Bajarokê luks ê Crans-Montanayê yê kantona Valaisê ya Swîsreyê bi trajediyeke mezin ket sala 2026an.

Li bara bi navê Le Constellationê ku geştyar ji bo pîrozkirina sersalê lê kom bûbûn şewat derket û bû sedema mirina bi dehan kesan.

Hat ragihandin ku dema şewatê bi dema herêmî demjimêr 01:30î dest pê kir, li cihê bûyerê zêdetirî 100 kesî hebûn.

Li gorî gotinên şahidên bûyerê, karesat piştî wê yekê dest pê kir ku garsonekî şûşeyeke ku mûmeke vêketî li ser bû li ser milê xwe dibir û agir bi banê darî ket.

Di encama belavbûna bilez a agir de ban hilweşiya û qerebalixiya li hundir ber bi deriyên teng ve beziyan û alozî çêbû.

Hat diyarkirin ku hinek geştyaran ji bo ku ji agir birevin cam şikandine û xwe avêtiye derve.

"Bi dehan mirî û birîndarên giran"

Wezareta Karên Derve ya Îtalyayê li gorî agahiyên polîsên Swîsreyê ragihand ku nêzîkî 40 kesî mirine.

Berdevkê Polîsê Kantona Valaisê Gaetan Lathion jî piştrast kir ku "bi dehan" mirî hene û diyar kir ku ji ber şewata giran a laşê qurbaniyan nasnameyên wan dê dereng bên tesbîtkirin.

Hat zanîn ku rewşa gelek ji wan 100 birîndaran giran e û ew sewqî yekîneyên şewatê yên bajarên wekî Sion, Lozan, Cenevre û Zurihê hatine kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani jî eşkere kir ku nexweşxaneyên li Mîlanoyê amade ne.

Parmelin: "Ev kabûsek e"

Serokê Konfederasyona Swîsreyê Guy Parmelin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, "Demên ku diviyabû tijî şahî bin, vegeriyan kabûsekê ku tevahiya welêt xiste şînê" û ragihand ku wî axaftina xwe ya kevneşopî ya sersalê bi paş xistiye.

Serokê Kantona Valaisê Mathias Reynard jî bûyer wekî "karesateke tam" bi nav kir.

Rayedarên dozgerî û polîsan eşkere kir ku ti nîşaneyên êrişekê yan jî sabotajê nehatine dîtin û tê nirxandin ku şewat encama qezayeke trajîk e.

Herêm bi temamî hat dorpêçkirin û li ser Crans-Montanayê herêma dijî firînê hat ragihandin.

Hat zanîn ku cihê bi navê Le Constellationê ku sala 2015an vebûye û xwediyên wê jin û mêrekî Korsîkayî ne, yek ji navendên şahiyê yên herî populer ên herêmê bû.

Rayedaran ragihand ku di nav kesên mirî de welatiyên welatên cuda jî hene.