Hewlêr(Rûdaw) - Kongreya Amerîkayê pojeyasaya li dijî biryara serokê wî welatî Donald Trump a di derbarê vekişîna leşkerî ya ji Sûriyê û Efxanistanê pesend kir.
Yek ji grîngtirîn kesayetên kongreyê, Senatorê Komarparêz Mith McConnell ku ew projeyasa pêşkêş kiribû, anî ziman ku li Iraq û Sûriyê, ji bo Amerîkay gefa komên tûndrev hê jî berdewam e û got: “Heta ev gef bihê pûçkirin pêwîst e Amerîka li Sûriyeyê bimîne.”
McConnell wiha dom kir: “Beriya niha, ji ber ku em bi lezûbez ji Iraqê vekişiyan me dît, ku me çi berdêl da. Ji ber vê yekê, ji bo girêdana bi armanca Artêşa Amerîkayê û hevkarên wê ya bi awayekî mayînde têkbirina terorîstan, ez bang dikim.”
Di rojên dawiyê yên sala bihorî de, Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar dabû, ku leşkerên Amerîkî yên li Sûriyê û Efxanistanê bi awayekê bilez ji wan welatan bêne vekişandin.
Piştî vê biryarê senatorên komarparêz ên kongreyê, li dijî vê biryara Trump ketibûn nav hewldanan û li dijî vê biryarê projeyasayek amade kiribûn û pêşkêşî kongreyê kiribûn.
Di dengdanê de li hember 23 dengên na, bi 68 dengên erê projeyasa hate pesendkirin. Piştî pesendkirina wê projeyasayê ji aliyê kongreyê ve, ji bo ku ev projeyasa bê pêkanîn, pêwîst e ji aliyê Encûmena Nûneran ve jî bê pesendkirin û paşê ji alî Serokê Amerîkayê Donald Trump ve bê îmzekirin.
Projeyasaya kêmkirina fonên aborî yên li Sûriyeyê hate pêşkêşkirin
Li aliyekî projeyasaya li dijî biryara Donald Trump hat pesendkirin, lê li aliyekê din nûnerên her du partiyên Encûmena Nûneran a jêrbaskê Kongreya Amerîkayê, ji bo kêmkirina fonên aborî yên li Sûriyeyê projeyasayeke din pêşkêş kirin.
Li gor kongreyê DAIŞ û El-Qaîde weke hêz hê jî hebûna xwe didomînin û eger Amerîka leşkerên xwe ji Sûriye û Efxanistanê vekişîne, egera wê yekê heye ku ev her dû rêxistin ji nû ve bihêz bibin.
Herwiha konfreya Amerîkayê daye xuyakirin, ku vekişîna hêzên wî welatî ji Sûriyê û Efxanistanê dibe sedem ku ji ber dubare rêxistina grûpên weke El-Qaîde û DAIŞê seqamgîriya navçeyê zêdetir têk biçe û hişyariya wê yekê daye, ku di nebûna hêzên Amerîkayê de valahî çê bibe, ku renge ew valahî ji aliyê Rûsya û Îranê ve were tijekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse