Du senatorên Amerîkayê ji Trump daxwaza parastina Rojava dikin
Hewlêr (Rûdaw) – Du senatorên Amerîkayê ji serokê welatê xwe daxwaz dikin ku ji bo parastina hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên bakur û rojhilatê Sûriyê stratejiyekê deyne.
Senatorê Komarî Diane Blackburn û Senatorê Demokrat Tammy Duckwarth nameyek arasteyî Serokê Amerîkayê Donald Trump kirine û daxwaz dikin ku rê li ber her pevçûneke leşkerî ya navbera hêzên Kurdî û Tirkiyê bigre.
Herdu senatorên Amerîkayê dibêjin: “Destkişandina ji Kurdan û encamnedana ti karekî ji bo rêgirtina kuştina wan, dê bibe sedema lawazbûna Hevpeymaniya Navdewletî ya têkbirina DAIŞê û nav û dengê welatê me jî dê bixe metirsiyê.”
Senatorên Amerîkî di nameya xwe de diyar kirine: “Divê Amerîka hemû amrazên dîplomatîk bi kar bîne ji bo dilniyabûna wê yekê ku Tirkiye bi Kurdan re bi awayekî aştî pirsgirêkên xwe çareser dike.”
Nameya herdu senatoran di demekê de ye ku roja 19ê Kanûna 2018an de Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hêzên welatê xwe ji Sûriyê vedikişîne.
Çend roj berê Hevserokê Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li Amerîkayê bû.
Li gor çend çavkaniyan, Trump li "Hotela Navdewletî ya Trump" li gel Îlham Ehmed civiya û jê re ragihand ku "Ez ji Kurdan hez dikim" û diyar kiriye ku ew dê Kurdan bi wî awayî bi cih nahêlin ku ji aliyê Tirkiyê ve êrişî wan were kirin.