Îran, Çîn û Rûsya dê tetbîqateke hevbeş a leşkerî pêk bînin

Hewlêr (Rûdaw) - Îran dê vê mehê li bakurê Deryaya Omanê û Okyanusa Hindê bi Çîn û Rûsyayê re tetbîqateke leşkerî pêk bîne.

Li gorî Ajansa Tesnîmê ya nîvfermî ya Îranê, tetbîqat bi navê "Kembera Ewlehiya Deryayî" ya ku her sal di navbera Îran, Rûsya û Çînê de tê lidarxistin, dê nîvê sibatê were destpêkirin.

Hêza Deryayî ya Pasdaran beşdar dibe

Hat diyarkirin ku tetbîqat dê li bakurê Deryaya Omanê û Okyanûsa Hindê be.

Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdaran a Îranê û hêzên deryayî yên Çîn û Rûsyayê dê beşdarî vê tetbîqatê bibin.

Îran, Rûsya û Çîn her sal di bin navê "Kembera Ewlehiya Deryayî" de li wê herêmê tetbîqatê dikin.

Tetbîqata yeke ya van sê welatan a bi vî rengî Kanûna Pêşîn a 2019an hatibû kirin.