Îdia: Trump Nûnerê Taybet ê Îraqê ji kar derxist

Hewlêr (Rûdaw) - Tê îdiakirin ku karsazê bi eslê xwe Îraqî Mark Savayayê ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve wekî Nûnerê Taybet ê Îraqê hatibû erkdarkirin, ji kar hatiye dûrxistin.

Lê Mark Savayayê ji Rûdawê axivî û ev angaşt red kir.

Li gorî nûçeya Reutersê Nûnerê Amerîkayê yê Îraqê Mark Savaya ji hat dûrxistin.

Trump di dema kampanyaya hilbijartinê ya 2024an de ji bo bidestxistina dengên Ereb û Misilmanên li Detroitê roleke serekî dabû Mark Savaya.

“Sedem krîza Malikî ye”

Tê gotin ku sedema serekî ya dûrxistina Savaya, wî baş nekariye pêvajoyên hestiyar ên siyasî yên li Îraqê îdare bike.

Çavkanî didin zanîn ku Savaya bi taybetî nekarî rê li ber namzedbûna serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî bigire.

Trump rojên borî birêvebiriya Bexdayê hişyar kiribû û peyam dabû ku eger Malikî yê ku nêzîkî Îranê ye bibe serokwezîr, dê alîkariyên Amerîkayê yên ji bo Îraqê bên birîn.

Lê tevî vê yekê, Çarçoveya Hemahengiyê ku fraksiyona herî mezin a parlementoyê ye Malikî kir namzed û vê yekê li Washingtonê rexneyên li ser Savaya zêde kirin.

Tom Barrack dê cihê wî bigire?

Li gorî îdiayên di nûçeyê de, Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê Tom Barrack dê cihê Savaya û dosyaya Îraqê wergire.

Tom Barrack rojên borî hatibû Hewlêrê û li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) civiya bû.

Ev yek wekî nîşaneya zêdekirina bandora wî ya li herêmê tê şîrovekirin.

“Bê ezmûn e û ziyareta wî hat betalkirin”

Erkdarkirina Savaya ji destpêkê ve bibû cihê nîqaşê, ji ber ew karsazekî Detroitê ye ku karê kenevîra yasayî dike û ti ezmûnên wî yên dîplomatîk nîne.

Li gorî du berpirsên Îraqî, dihat çaverêkirin ku Savaya roja înê ya borî bihata Bexdayê û hevdîtinên bilind pêk bîne lê ew ziyaret di kêliya dawî de hat betalkirin.

Savaya red kir

Savaya ji Rûdawê re axivî û îdiayên guhertina erkê xwe red kirin.

Savaya îdia kir ku prosedurên îdarî yên ji bo fermîbûna erkê wî yê li Wezareta Karên Derve didomin.

Lê çavkanî dibêjin Savaya ti caran wekî karmendekî fermî neketiye nava sîstema Wezareta Karên Derve.

Li aliyê din, girtina hesabê wî yê Xê ku heta pêncşema borî çalak bû, îdiayên dûrxistina wî bihêztir dike.

Savaya yek ji wan kesan bû ku Trump di dema hilbijartinê de ji bo komkirina dengên Amerîkiyên bi eslê xwe Ereb ên li Detroitê anîbû ser erkê.