Li Bonnê bi hezaran hezar kes ji bo Rojavayê Kurdistanê bûn yek deng

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bonnê yê Almanyayê di mîtîngeke girseyî de, nêzîkî 15 hezar kesî li dijî êrişên li Rojavayê Kurdistanê bûn yek deng.

Di çalakiyê de ku bi dirûşma "Yekîtiya Kurd" hat lidarxistin, ji bo parastina mafên gelê Kurd bangî civaka navneteweyî hat kirin.

Parka dîrokî ya Hofgarten, ya li ber Zanîngeha Bonnê, mazûvaniya yek ji kombûnên herî mezin ên diyasporaya Kurdan a li Ewropayê kir.

Bi hezaran kesên xwedî nêrînên siyasî yên cuda, di bin alayên Kurdistanê de kom bûn û peyama "Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê ye" da.

Peyama Serok Barzanî ji bo Kurdên diyasporayê

Peyama Serok Mesûd Barzanî jî di mîtîngê de ji aliyê Şîfa Barzanî ve hat xwendin.

Serok Barzanî di peyamê xwe de bal kişand li ser hevkariya dîrokî, yekîtiya çarnivîsî û biratiya gelê Kurd yên li çar parçeyên Kurdistanê.

Eleqeya zêde ya siyaseta Alman û medyayê

Medyaya sereke ya Almanyayê ku heta niha cihê sînordar dida çalakiyên bi vî rengî, eleqeyeke mezin nîşanî mîtînga li Bonnê da.

Dema ku dezgehên medyayî yên mezin ên wekî ZDF, WDR û Die Welt rewş dişopandin, Polîsê Bonnê ji rojnameya Welt re piştrast kir ku hejmara beşdaran ji 15 hezarî derbas kiriye û çalakî bi awayekî aştiyane derbas bûye.

Parlamenterê CDUyê ya Eyaleta Schleswig-Holstein Seyran Papoyê ku beşdarî çalakiyê bû, di axaftina xwe ya bi Almanî de tekez kir ku divê pêkhateyên wekî Kurd, Durzî û Elewî li Sûriyeyê bên parastin.

Seyran Papoyê got, "Em wekî Yekîtiya Xirîstiyan Demokrat (CDU) dê daxwazên vî gelî bînin parlamentoyê û em dê zextê li hikûmetê bikin ku van civakan biparêze."

Alîkarê Şaredarê Kolnê Dr. Ralph Elster jî piştgiriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê anî ziman û bangî hikûmeta Almanyayê kir ku rê li ber êrişên komên tundrew ên li herêmê bigire.

Beşdarbûna Şivan Perwer û hunermendan

Çalakî bi aliyê xwe yê hunerî jî bal kişand.

Şivan Perwer li gel nêzîkî 30 hunermendan derket ser dikê.

Bi sirûdên neteweyî û awazên Kurdî, bi hezaran kesan bal kişandin ser rewşa siyasî û mirovî ya li Rojavayê Kurdistanê.

Berpirsê Medyayê yê Mîtîngê Îsmaîl Derwêş tekez kir ku eleqeya medyayî ya Almanî û Ewropî ya di vî astê de, ji bo dengê diyasporaya Kurdan pêngaveke dîrokî ye.