Mark Savaya: Hesabê ku li ser navê min parvekirinan dike sexte ye
Hewlêr (Rûdaw) - Mark Savaya ragihand, ew hesabê ku li ser navê wî parvekirinan dike sexte ye.
Serperiştyarê Navenda Ragihandina Dîjîtal jî dibêje, bikarhênerê wî hesabê ku bi navê Savaya hatiye vekirin li Tirkiyeyê ye.
Serperiştyarê Giştî yê Navenda Ragihandina Dîjîtal Dr. Muhened Hebîb Semawî ji Rûdawê re axivî.
Dr. Muhened Hebîb Semawî ragihand, "Gelek nîşaneyên dîjîtal hene ku didin der ew hesabê (Mark Savaya) ne rast e.
Ya herî diyar ew e ku navê bikarhênerê hesabê rastîn @Mark_Savaya ye lê sextekar tîpa 'a'yê li dawiya navî zêde kiriye."
Mark Savaya îro li ser wî hesabê ku li ser navê wî parvekirin kiribû û nivîsîbû ku ew di erka xwe ya nûnertiya Serokê Amerîkayê ya li Îraqê de berdewam e û nehatiye dûrxistin.
Savaya ji Rûdawê re got: "Ew ne hesabê min e."
Nîşaneyên hesabê sexte çi ne?
Li gorî gotina Dr. Muhened, hinek hûrgiliyên teknîkî hene ku sextekariyê eşkere dikin:
Cihê cografî: Hesab nîşan dide ku navenda wî li Tirkiyeyê ye, di demekê de ku kesayetê rastîn li Amerîkayê ye.
Guhertina nav: Hesabê sexte 4 caran navê bikarhênerê xwe guhertiye.
Dema wergirtina nîşana şîn: Tenê meha borî nîşana şîn wergirtiye, lê hesabên fermî xwedî dîrokeke kevntir in.
Serperiştyarê Giştî yê Navenda Ragihandina Dîjîtal dibêje:
"Hemû ev taybetmendî di hesabê rastîn ê Mark Savaya de tune ne, ev jî wê îhtimalê xurt dike ku hesab sexte ye û cihê baweriyê nîne."
Kirîna nîşana şîn û fêlên nû
Dr. Muhened li ser pirsa "Hesabekî sexte çawa nîşana şîn werdigire?" diyar kir, piştî ku şirketên medyaya civakî pişta xwe dan pergala 'dayîna nîşana şîn a bi pereyan', derketina hesabên xwedî nîşana şîn bûye tiştekî asayî ku merc nîne nûnertiya kesayetên rastîn yan fermî bikin.
Wî her wiha got, "Pêkan e ku bi rêya bikaranîna nasnameyên sexte yan belgeyên diyarkirî fêl werin kirin û nîşana şîn were wergirtin, paşê nav were guhertin. Ev jî bûye sedema belavbûna hesabên sexte."
"Tenê hejmara guhertina navan xuya dike"
Dr. Muhenned got, "Platform tenê hejmara carên guhertina navê bikarhêner nîşan dide lê navên berê ji xelkê re eşkere nake, ev jî alîkariya sextekaran dike ku karên xwe veşêrin."
Serperiştyarê Giştî yê Navenda Ragihandina Dîjîtal tekez kir ku "hişyariya dîjîtal" faktora herî girîng e da ku bikarhêner nekevin dafa hesabên sexte.
Dr. Muhenned got, "Pêwîst e bi rêya nivîs, gotar û analîzan çandeke dîjîtal a bihişyarî were belavkirin da ku bikarhêner karibin cudahiya di navbera hesabê rastîn û sexte û her wiha nûçeya rast û manîpulatîf de bikin."