6mîn roja êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê: Artêşa Rûsyayê ber bi Kyivê ve diçe

01-03-2022

21:40

Li Kîevê li nêzî birca televîzyonê teqînek pêk hat

Li Kîevê li nêzî birca televîzyonê teqînek pêk hat

Li nêzî birca televîzyonê ya li Kîevê teqînek çêbû û piştre jî dûkelek mezin rabû.

Karbidestên Ukraynayê gotin ku teqîna li birca televîzyonê ya li Kîevê êrîşeke armanckirî ya Rûsyayê bûye.

Heta niha nayê zanîn ku birce rasterast hatiye hedefgirtin yan na, lê Wezareta Navxweyî ya Ukraynayê ragihand ku ziyanli birca televîzyonê bûye û qenalên televîzyonê dê heta demekê nexebitin.

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dimitro Kuleba jî li ser twittera xwe ragihand ku teqîn li nêzîkî Babî Yar, Kompleksa Bîrdariya Holokastê ya li Kîevê pêk hatiye û êrîşa Rûsyayê wele êrîşa Naziyan a li dijî Cihûyan pênase kir.

 

Zêdetir bixwîne

18:01

Şoygu: Heta em bigihêjin armancên xwe dê operasyon berdewam be

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu dibêje: "Heta Hêzên Çekdar ên Rûsyayê bigihêjin armancên xwe dê operasyona leşkerî ya taybet bidome."

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu piştî bi rayedarên leşkerî re civiya derbarê şerê Rûsya û Ukraynayê de daxuyanî da.

Sergey Şoygu diyar kir welatên rojava gelê Ukraynayê di têkoşîna dijî Rûsyayê de bikar tînin û got “Ji bona me ya girîng ew e ku Rûsya li dijî metirsiya leşkerî ya dewletên rojavayî bê parastin.”

Şoygu herwiha got ku heta Hêzên Çekdar ên Rûsyayê bigihêjin armancên xwe dê operasyona leşkerî bidome.

Zêdetir bixwîne

17:11

Kremlîn: Em dê ji ber sizayan helwesta xwe neguherînin

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku sizayên li dijî Rûsyayê yên li Ewropayê wekî "vîrusê" belav dibe û got, "Bawer dikin ku siza dê helwesta me biguherînin. Eşkere ye ku ev yek nebe."

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li Moskowê geşedanên êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê û sizayên tên pêkanîn nirxand.

Peskov destnîşan kir ku Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy hêj wekî serok nas dikin û wiha pê de çû: "Belê ew serokê dewleta Ukraynayê ye û dikare wekî serok fermanê bide ku sîlahan daynin û bi vî awayî tiştekê bi tu kesî neyê."

Peskov Amerîka wekî berpirsyarê sizayên li dijî Rûsyayê nîşan da û wiha axivî: "Bi piranî Amerîka piştgiriyê dide sizayan. Aligirê mezin ê sizayan e. Ji ber vê jî li Ewropayê sizayên li dijî me wekî vîrusê belav bûn."

Berdevkê Kremlînê  herwiha destnîşan kir ku ji ber sizayan helwesta Rûsyayê naguhere û wiha axivî: "Bawer dikin ku siza dê helwesta me biguherînin. Eşkere ye ku ev dê nebe. Ji me ti kes dê helwesta xwe neguherîne."

Zêdetir bixwîne

13:27

Rêberê Îranê Xaminêyî: Amerîka sedema krîza li Ukraynayê ye

Rêberê Komara Îslamiya Îranê, Ayetullah Elî Xaminêyî îro di daxuyaniyekê de ku ji televîzyona femrî ya wî welat dihat weşandin, behsa êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê kir û helwesta Îranê derbarê wê êrîşê de aşkere kir.

Xaminêyî ragihand, "Ukrayn bûye qurbaniya siyaseta Amerîkayê ku krîzan çê dike. Em alîgirê rawestandina şer li Ukraynayê ne, lê belê çareserkirina her krîzekê di wê yekê de ye ku sedemên wê bêne naskirin. Sedema krîza li Ukraynayê, Amerîka ye."


Zêdetir bixwîne

12:46

Hîleya Rûsyayê li Ukraynayê aşkere bû

Wesayiteke zirhî ya Rûsyayê ku ala Rûsyayê li ser hatiye bilindkirin

Serfermandariya Artêşa Ukrayanyê ragihand, artêşa Rûsyayê ji bo ku di nav axa Ukrayanyê de ber bi pêş ve biçe, hîleyan bi kar tîne.

Di twittera xwe ya fermî de Serfermandariya Artêşa Ukrayanyê dibêje, Li ser stûnên alavên leşkerî yên Rûsyayê alayên Ukraynayê hatine daliqandin.

Serfermandariya Artêşa Ukrayanyê daxwaz ji serbazên xwe û welatiyan dike, hişyarî wê hîleya Artêşa Rûsyayê bin.

Zêdetir bixwîne

12:25

Rûsya hêzên zêdetir dişîne derdora Kyivê

Kompanyaya Maksar Teknoljîz (Maxar Technologies) a Amerîkayê bi belavkirina hejmarek wêneyan ragihandiye, Artêşa Rûsyayê hêzek mezin bo kontrolkirina Kyiv a paytexta Ukraynayê xistiye tevgerê ku dirêjiya wê karwanê digihe 64 kîlometran.

Di wêneyan de xuya dibe ku karwaneke leşkerî yê Rûsyayê li bakurê paytexta Ukrayna bajarê Kyivê ye û çendên corên çekên giran jî pê re hene.

Li gor ku Maksar Teknoljîz (Maxar Technologies) belav kiriye, hêzên zêdetir ên bejahî û yekîneyên helîkopter jî li başûrê Belarusê hatine dîtin ku tenê 32 km dûrî sînorê bakurê Ukraynayê ye.

Roja Duşembê 28ê Sibata 2022 jî heman kompanyayê diyar kiribû, karwaneke mezin a Artêşa Rûsyayê ku dirêjiya wê 27 kîlometre bû, li bakurê Kyivê ye.

Maxar Technologies dibêje, “Rûsyayê dest kiriye bi belavkirina hêzên bejayî yên zêdetir û helîkopterên zêdetir jî ber bi Kyivê ve dilivîne.”

Medyaya Amerîkayê belav kiriye ku Rûsya hêz û kelûpelên pêwîst hene ku Kyivê bi tevahî kontrol bike, lê ev senaryo hêj rû nedaye.

 

 

Zêdetir bixwîne

11:42

Serokê Çeçenê: Hejmarek şerkerên me li Ukraynayê hatine kuştin

Ramzan Kadyrov, Serokê Çeçenê ragihand, hejmarek şerkerên Çeçenî di êrîşa ser Ukraynayê de hatine kuştin.

Serokê Çeçenê di rojên destpêka êrîşa Rûsya bo ser Ukrayanyê de ragihandibû, ew dê 10,000 şerkerên Çeçenî ji bo alîkariya hêzên Rûsyayê bişîne Ukraynayê.

Ramzan Kadyrov herwiha duh gotibû, taktîkên Artêşa Rûsyayê di êrîşa ser Ukraynayê de ne baş in û daxwaz ji Putin kiribû ku wan taktîkan biguhere.


Zêdetir bixwîne

11:25

Artêşa Rûsyayê gihîşt nêzîk bajarê Khersonê

Serokê Şaredariya Khersonê, Igor Kolikhayev îro Sêşembê 1ê Adara 2022an ragihand, Artêşa Rûsyayê di berdewamiya pêşveçûnên xwe de li başûrê Ukraynayê gihîştiye nêzîk bajarê Khersonê.

Igor Kolikhayev diyar kiriye, hêzên Rûsyayê niha mijûlî danîna xalên serbazî ne û dibêje, Kherson Ukraynayî bûye û her dê Ukraynayî jî bimîne.


Zêdetir bixwîne

11:10

Li Okhtyrkayê 70 leşkerên Ukraynayê hatin kuştin

Rêveberê herêma Sumî ya Ukraynayê Dimitro Zhivitski ragihand ku di encama bombebarana roja Yekşemê ya li ser bajarê Okhtyrkayê de derdora 70 leşkerên Ukraynayê hatine kuştin.

Zhivitski diyar kir ku xebatên ji bo rizgarkirina kesên di bin xirbeyan de berdewam in, “Lê dijmin tişta ku heq dike distîne. Gelek termên Rûs radestî rayedarên Xaça Sor hatine kirin.”

Agahiyên ku Zhivitski parve kirin hêj ji hêla çavkaniyên serbixwe ve nehatiye piştrastkirin.


Zêdetir bixwîne

10:40

Zelensky daxwaznameya endambûna di YE de îmze kir

Serokê Ukranayê Volodymyr Zelensky di dema îmzekirina daxwaznameya endamtiya Ukrayna di YE de

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku wî daxwaznameya ji bo endambûna welatê xwe di Yekîtiya Ewropayê (YE) de îmze kiriye.

Zelenskiy di daxuyaniya xwe ya li ser kanala Telegramê de got, “Min serlêdana endamtiya Yekîtiya Ewropayê îmze kir. Ez bawer im ku ew rast e."

Zelenskiy diyar kir ku Rûsya êrîşa li dijî gelê Ukraynayê didomîne û wiha got: "Di 4 rojên ku Rûsyayê êrîşî Ukraynayê kir 16 zarok mirin û 45 jî birîndar bûn."

Zelensky bal kişand ku hevkarên rojavayî piştgiriya Ukraynayê didomînin û diyar kir ku di êrîşan da zirarek mezin gihîştiye Rûsyayê.

Vladimîr Zelenskiy bang li leşkerên Rûsyayê kir û got, “4 hezar û 500 leşkerên Rûsyayê mirin. Amûrên xwe bavêjin û ji vir derkevin. Ji fermandar û propagandaçiyên xwe bawer nekin.”

 

Zêdetir bixwîne

10:20

Kyiv û Kharkiv di bin bombebarana dijwar de

Kyiv a paytexta Ukraynayê di bin bombebaranê de

Piştî bi dawî hatina civîna şandên Ukrayna û Rûsyayê li Belarusê ku ji destpêka êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê ve yekemîn danûstandina navbera herdu aliyan bû, Artêşa Rûsyayê êrîşên xwe bo ser bajarên stratejîk ên Ukrayanyê dijwartir kir.

Artêşa Rûsyayê ji duh ve heta îro gelek cih li navenda bajarê Kharkivê li rojhilatê Ukrayanyê bombebaran kir.

Hin dîmenên êrîşên mûşekî yên Rûsyayê bo ser Kharkivê hatine belavkirin ku nîşan dide, artêşa Rûsyayê avahiya Encûmena Parêzgeha Kharkivê û herwiha avahiya kargeheke cilûbergan li wî bajarî bi mûşekan dike armanc.

Herwiha şevê din dengê teqînên bihêz li Kyiv a paytexta Ukraynayê hat bihîstin.

Şevê din çendîn caran alarm li bajarê Kyivê hat lêdan û çend mûşek li navçeyeke nêzîkî Kyivê ketin.

Li aliyekê din hat ragihandin ku Rûsya hejmara hêzên xwe yên beşdar di êrîşa bo ser Kyivê de zêdetir kiriye.

 

Zêdetir bixwîne

09:50

6mîn roja êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê: Artêşa Rûsyayê ber bi Kyivê ve diçe

Êrîşa leşkerî ya Rûsyayê bo ser Ukrayanyê îro derbasî roja xwe ya şeşem bû.

Êrîşa leşkerî ya Rûsyayê bo ser Ukrayanyê îro derbasî roja xwe ya şeşem bû, ku roja 24ê Sibata 2022an bi biryara Serokê Rûsyayê Vladimir Putin destpê kiribû.

Di demekê de êrîş ketiye roja xwe ya şeşan ku hêj Kyiv a paytext û bajarên mezin û staratejîk û herwiha piraniya axa welat di bin kontrola artêş û hikûmeta Ukrayanyê de ye. Tevî wê yekê, artêşa Rûsyayê hin bajarên biçûk û bajarok li başûr û rojhilat û bakurê Ukraynayê kontrol kirine.

Duh di pêncemîn roja êrîşê de, şandên herdu dewletên Rûsya û Ukraynayê li bajarê Gomel ê Belarusê li hev civiyan û bo yekem car ji destpêka şer danûstandin kirin.

Hatiye ragihandin, şandên herdu aliyan dê du rojên din careke din jî bicivin.

Li aliyekî din Rûsya li ser êrîşên xwe bo ser bajarên mezin ên Ukraynayê, bi taybet paytext Kyiv û bajar Kharkivê ku duyemîn bajarê mezin ê welat e, berdewam e û êrîşên xwe dijwartir dike.

Rûsyayê ragihandiye ku Kyiv hatiye dorpêçkirin û Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê dibêje, korîdoreke ewle ji bo derketina xelkê sivîl ji bajêr hatiye vekirin.

Hêzên artêşa Ukrayanyê û sivîlên ku bi awayekî xwebexş rahêjtine çekan, berevaniyê li paytexta xwe dikin û hêj hikûmeta Ukraynayê li Kyivê ye.


Zêdetir bixwîne