Brîtanyayê baregehên xwe ji bo êrişan vekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, helwesta welatê xwe ya li ser operasyona leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê zelal kir.
Starmer got, "Me xeletiyên ku li Îraqê hatine kirin ji bîr nekirine. Brîtanya dê nebe parçeyek ji ti operasyonên êrişkirinê."
Keir Starmer bi rêya hesabê xwe yê Xê peyameke vîdeoyî belav kir.
Wî di peyama xwe de nexşerêya Londonê ya li ser pêvajoya ku bi êrişa Îsraîl û Amerîkayê ya li ser Îranê dest pê kiriye parve kir.
Starmer destnîşan kir ku ji ber kiryarên "bêbextane" yên Îranê, 200 hezar welatiyên Brîtanyayê û hêzên wan ên li herêmê di bin rîskeke mezin de ne.
“Em dê ji bo 200 hezar welatiyên xwe her tiştî bikin”
Starmer bal kişand ser wê yekê ku li wan welatên dibin hedefa êrişên Îranê nêzîkî 200 hezar welatiyên Brîtanyayê dijîn.
Wî diyar kir ku karê herî li pêş ê hikûmetê parastina canê van kesan e.
Starmer anî zimên ku ji ber helwesta êrişkar a Îranê Hêzên Çekdar ên Brîtanyayê yên li herêmê jî di hedefê de ne.
Serokwezîrê Brîtanyayê got, "Helwesta Îranê her ku diçe xetertir dibe. Em dê ji bo parastina welatî û leşkerên xwe çi ji destê me bê bikin."
Baregehên Brîtanyayê ji Amerîkayê re hatin vekirin
Serokwezîr Starmer da zanîn ku rêya herî bibandor a rêlibergirtina êrişên mûşekî yên Îranê ew e ku mûşek berî werin avêtin bên tunekirin.
Starmer li ser peymana leşkerî ya girîng a bi Washingtonê re ev agahî dan:
"Balafirên şer ên Brîtanyayê niha li asman in û wekî beşek ji operasyonên parastinê yên hevaheng ku bi serkeftî rê li ber êrişên Îranê digirin, kar dikin.
Lê belê yekane rêya rawestandina vê gefê ew e ku em mûşekan di çavkaniya wan de, ango li navendên depokirinê yan jî li ser platformên avêtinê tune bikin.
Amerîkayê ji bo vê bikaranîna taybet û sînordar a bi armanca parastinê, daxwaza bikaranîna baregehên Brîtanyayê kiriye.
Ji bo ku em rê li ber Îranê bigirin ku sivîlên bêguneh nekujin û jiyana welatiyên Brîtanyayê nexin metirsiyê, me biryar da ku em vê daxwazê qebûl bikin."
Medyaya Brîtanyayê ragihand ku li gorî vê biryarê, Baregeha Stratejîk a Diego Garciayê ya li Okyanusa Hindê û Baregeha RAF Fairfordê ya li Brîtanyayê ji bo balafirên bombebaranê yên Amerîkayê hatine vekirin.
“Me ji xeletiyên li Îraqê ders wergirtiye, em ne di eniya êrişê de ne”
Starmer diyar kir ku tevlînebûna Brîtanyayê ya di operasyonên êrişkirina rasterast ên li ser axa Îranê de "biryareke zanebûn e."
Starmer amaje bi midaxeleya li Îraqê ya sala 2003yan kir û wiha axivî:
"Me xeletiyên ku li Îraqê hatine kirin ji bîr nekirine, me ji vir dersa xwe wergirtiye.
Ji ber vê yekê em tevlî êrişên destpêkê yên li ser Îranê nebûn û em dê tevlî kiryarên êrişkirinê yên rasterast nebin.
Em hîn jî bawer dikin ku rêya herî baş çareseriya bi rêya dan û standinan e.
Lê Îran stratejiya wêrankirinê dimeşîne û zererê dide berjewendiyên Brîtanyayê û hevalbendên me.
Di vê rewşê de, piştgirîkirina xweparastina hevpar a hevalbendên me li gorî hiqûqa navneteweyî ye."
Bi pisporên Ukraynayî re operasyona dronan
Starmer her wiha diyar kir ku ew dê piştgiriya teknolojîk bidin hevparên xwe yên li Kendavê û hûrgiliyek parve kir.
Starmer eşkere kir ku Brîtanya dê pisporên Ukraynayî yên ku di xistina dronên Îranê de xwedî ezmûn in, bi pisporên xwe re bîne cem hev û got:
"Em dê alîkariya hevparên xwe yên li Kendavê bikin da ku dronên Îranê yên êrişî wan dikin rawestînin."
My update on the situation in the Middle East. pic.twitter.com/DvsOVcTDMy
— Keir Starmer (@Keir_Starmer) March 1, 2026