Li Amerîkayê bihayê benzînê di lûtkeya 4 salên dawî de ye

New York (Rûdaw) - Tiştê ku ajokarli stasyonên benzînê yên Amerîkayê dibînin ne dilxweşker e.

Bihayan bi awayekî wiha berê xwe daye jorê ku di 4 salên dawî de mînaka wê nebû.

Li New Yorkê tijikirina depoyên otomobîlan, bûye barekî mezin li ser milê xelkê.

“Zexteke darayî çêdike”

Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdula li pêşiya stasyoneke benzînê ya li New Yorkê ragihand:

"Ez niha li stasyoneke benzînê ya li bajarê New Yorkê me, wekî hûn jî dibînin bihayê galonek benzînê nêzîkî 4 dolaran bûye.

Heger em bi hûrgilî hesab bikin, her galonek ji 3 lître û nîvan zêdetir e, ev jî tê wê wateyê ku bihayê her lîtreya benzînê ji dolarekî zêdetir e.

Ev bilindbûna bihayan, zexteke darayî ya tund li ser piraniya ajokaran çêkiriye."

“Girêdayî siyasetê ye”

Vê bihabûnê bandoreke rasterast li ser dahata malbatan kiriye.

Xelk dibêje ku ew neçar in beşeke mezin a mûçeyên xwe tenê ji bo hatin û çûyînê xerc bikin.

Gaviyê niştecihê New Yorkê got: "Divê em herî kêm ji sedî 10-15ê dahata xwe zêdetir bidin benzînê lê tiştek ji destê me nayê çimkî ev girêdayî siyasetê ye."

"Sedem Trump e"

Çavkaniya pirsgirêkê ji bo piraniya Amerîkiyan eşkere ye.

Aloziyên di navbera Washington û Tehranê de û şerê Îranê, bandoreke tund li ser bazara enerjiyê kiriye.

Hinek ji şêniyên New Yorkê bi eşkereyî tiliya tawanbarkirinê ber bi Koşka Spî ve dirêj dikin.

Rûdawê pirsî "Kî sedema bihabûna benzînê ye?", niştecihê New Yorkê Bob Konag wiha bersiv da:

"Gelekî hêsan e, sedem Trump e, ji ber vî şerî.

Heger wan hemû ew herêm nearam nekira, dê tankeran karîbûya bi hêsanî di Tengava Hurmizê re derbas bibin û dê rêjeya pêwîst a benzînê ji bo bazarê bihata dabînkirin."

Li gorî rapirsiyên dawî, nêzîkî ji sedî 60ê Amerîkiyan li dijî vî şerî ne û bi heman rêjeyê jî ji performansa Donald Trump ne razî ne.

Niha pirsa bingehîn ev e: Gelo dê bilindbûna bihayê sotemenî û kel û pelan, bibe wê zexta mezin a ku Trump neçar bike dawî li şerê Îranê bîne?

Dê bersiva vê yekê ji sindoqên dengdanê yan jî ji biryarên nû yên Koşka Spî derkeve.