Papa bangî Trump kir: ‘Vegerin ser maseyê’
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Leoyê 14an, diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gotiye ew dixwaze di demeke nêzîk de dawî li şer bîne û bangî wî kir ku vegerin ser maseya dîyalogê.
Papa Leoyê 14an got, "Ez hêvîdar im ew li rêyeke kêmkirina tundiyê digere."
Papa, doh êvarî ji rûniştgeha xwe ya li bajarokê Castel Gandolfoyê yê nêzîkî Romayê derket ku bêhnvedana xwe ya heftane lê derbas dike.
Dema ku Papa ji bo çûna Vatîkanê ji rûniştgeha xwe derdiket ji rojnamegerên ku li benda wî bûn re axivî.
Wî li ser gelek mijaran, bi taybetî jî li ser şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ku 28ê Sibatê dest pê kiribû nirxandin kirin.
"Zarokên bêguneh canê xwe ji dest didin"
Papa anî zimên ku cîhana Xirîstiyanan vê hefteyê amadehiya pîrozkirina Cejna Paskalyayê dike û ev dem dema aştî û ramanê ye û wiha axivî:
"Lê belê wekî ku em hemû dizanin, îro em li gelek deverên cîhanê êş û mirinên gelekî mezin dibînin. Tewr zarokên bêguneh jî canê xwe ji dest didin."
Wî diyar kir ku ew bi berdewamî ji bo aştiyê bang dikin lê gelek kes kîn, tundî û şer teşwîq dikin û biland:
"Dibe ku ji bo Paskalyayê agirbestek pêk bê lê ya bingehîn ew e ku şer bi temamî bi dawî bibe."
"Ji bo diyalogê vegerin ser maseyê"
Papa Leoyê 14an di serî de Serokê Amerîkayê Donald Trump, bangî hemû serokên cîhanê kir û ev tişt gotin:
"Serok Trump got ku ew dixwaze di demeke nêzîk de dawî li şer bîne. Ez hêvîdar im ku ew li rêyeke kêmkirina tundiyê digere.
Ev yek dê gelekî alîkar be ji bo kêmkirina wê kîna ku li Rojhilata Navîn û derveyî wê hatiye afirandin.
Ez bangî hemû serokên cîhanê dikim, ji bo diyalogê vegerin ser maseyê."