Trump ji NATOyê aciz bûye û qala derketinê dike
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku îhtimala vekişîna welatê wî ya ji NATOyê "ji nirxandinê jî wêdetir" e.
Trump ji rojnameya The Telegraphê ya Brîtanyayê re axivî û derbarê îhtimala vekişîna welatê xwe ya ji endamtiya NATOyê de nirxandin kirin.
“NATOyê ti carî bala min nekişandiye”
Trump li ser pirsa bê ma ew dê piştî şerê Îranê, endamtiya hevbendiyê ji nû ve binirxîne yan na got:
"Ez dikarim bibêjim ku ji jinûvenirxandinê wêdetir e. NATOyê ti carî bala min nekişandiye.
Min her tim dizanîbû ku ew tenê pilingekî ji kaxezê ne, bi ya min (Serokê Rûsyayê Vladimir) Putin jî bi vê dizane."
"Têgihiştina vê zehmet e"
Trump piştgirînedana NATOyê ya ji bo Amerîkayê rexne kir û ev wekî "têgihiştina vê zehmet e" nirxand û parast ku divabû alîkarî "bi awayekî otomatîk" bihata.
Trump diyar kir ku şerê li Ukraynayê "testek" bû û got, Amerîkayê tevî ku "ne pirsgirêka wê bixwe ye jî" alîkariya NATOyê kiriye lê li hemberî vê tiştek nedîtiye.
Trump daxuyaniya Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer a ku gotibû "Ne şerê welatê wî ye û ew nakevin nav vî şerî" rexne kir û got ku hêza deryayî ya Brîtanyayê "gelekî kevn e" û "keştiyên wan ên balafiran kar nakin."
Trump li ser pirsa ku “Gelo divê Starmer xerciyên parastinê zêdetir bike yan na?” jî ev bersiv da:
"Ez dê ji wî re nebêjim çi bike yan çi neke. Çi bixwaze dikare bike. Ne pirsgirêk e.
Tiştê ku Starmer dixwaze, tenê turbînên ba yên biha ne ku bihayê enerjiya we zêde dikin."
Serokê Amerîkayê Trump 28ê Adarê gotibû ku di pêvajoya şerê Îranê de welatên Kendavê piştgirî daye wan lê welatên NATOyê nehatine alîkariya wan.
Wî bi gotina "Heger ew ne li cem me bin, em çima li cem wan bin?" nerazîbûna xwe nîşan dabû.
Li hêla din, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî ragihandibû ku wan di şerê Amerîka- Îsraîl û Îranê de ew piştgiriya ku ji NATOyê hêvî dikir nedîtiye.
Rubio destnîşan kiribû ku piştî şer pêwîst e ew pêwendiya bi NATOyê re ji nû ve binirxînin.