Trump: Em dê gelekî bilez ji Îranê vekişin û ji bo lêdanên hûr vegerin

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku hêzên Amerîkayê "gelekî bilez" ji Îranê derdikevin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump tekez kir ku eger pêwîst bike ji bo encamdana "lêdanên hûr" ew dê vegerin.

Serokê Amerîkayê îro di hevpeyvîneke ji Reutersê re de got:

"Ez nikarim demeke diyarkirî ji we re bibêjim lê em dê gelekî bilez ji Îranê derkevin."

Trump destnîşan kir ku operasyonên wan ên leşkerî gihîştine armanca xwe û diyar kir ku wan wiha kiriye ku Îran êdî nikaribe çeka nukleer berhem bîne.

Serokê Amerîkayê derbarê paşeroja Îranê ya piştî vekişîna hêzên wan got:

"Ew nabin xwedî çeka nukleer, çimkî êdî şiyana wan a ji bo vê yekê nemaye.

Ez diçim û ez dê her kesî bi xwe re bibim lê eger pêwîst bike, em dê ji bo lêdanên hûr vegerin."

"NATO pilingekî kaxezî ye"

Trump di heman rojê de bi rojnameya Telegraphê ya Brîtanyayê re jî hevpeyvînek kir û da zanîn ku vekişîna Amerîkayê ya ji NATOyê "êdî ne di qonaxa nirxandinê de ye" û ev biryarekî dawî ye.

Trump li ser NATOyê wiha peyivî:

"NATOyê ti carî bandor li min nekiriye.

Min her tim dizanibû ku ew pilingekî kaxezî ne, Vladimir Putin jî vê yekê dizane."

Serokê Amerîkayê dilgiraniya xwe ya kûr anî ziman ku hevpeymanên wan ên NATOyê amade nînin keştiyên şer ji bo vekirina Tengava Hurmizê bişînin.

Tengava Hurmizê rêyeke stratejîk e ku ji sedî 20ê petrola cîhanê di wir re derbas dibe û destnîşan kir ku Amerîka her tim bi awayekî "otomatîk" ji bo alîkariya Ewropayê amade bûye, heta di mijara Ukraynayê de jî.

Lê Trump got niha ku Amerîka pêdiviya wê bi wan heye, ew amade nînin.

Rexneyên li Serokwezîrê Brîtanyayê

Trump bi taybetî rexne li Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer girtin û got:

"Hêza we ya deryayî jî nemaye.

Hûn gelekî pîr bûne û ew keştiyên we yên balafiran jî naxebitin."

Her çend Trump li ser vekişînê bi biryar be jî, li gorî yasayeke ku sala 2023yan di Kongreya Amerîkayê de hatiye pesendkirin, Serok nikare bêyî razîbûna Senatoyê yan biryareke Kongreyê ji NATOyê vekişe.

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ku 28ê Sibatê dest pê kir, nexşeya hevpeymaniyên dîrokî guherand.

Di demekê de ku Washingtonê zêdetirî 7 hezar û 800 armanc li nav Îranê lêdane û şiyana mûşekî ya Tehranê ji sedî 90 ji nav biriye, sarbûna welatên Ewropayê wiha kiriye ku Trump zêdetir berê xwe bide hevpeymanên xwe yên li Rojhilata Navîn ên wekî Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeterê.