Pelosî li hember tometa 'destdirêjiya seksî' berevaniyê li Biden dike

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Enûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî bi tundî berevanî li berbijêrê Demokratan bo serokatiya Amerîka Joe Biden kir piştî ku bi tometa destdirêjiya seksî dihat tometbarkirin lê kampîna wî ev yek bi temamî red kir.

Jineke ji Kalîforniyayê bi navê Tara Rêd ku weke alîkara karmendan di ofîsa Biden de li Encûmena Pîran sala 1992 - 1993 kar kiriye, Joe Biden bi wê yekê tohmetbar kir, ku destdirêjiya seksî li wê kiriye.

Kampîna Biden ev yek bi temamî red kiriye, lê heya niha Biden bi xwe ti daxuyaniyek li ser vê yekê nedaye.

Seroka Encûmena Nûneran a Amerîakyê, Nancy Pelosî şeva bihorî li hember vê tometbarkirinê piştgiriya xwe bo Biden anî ziman û tekez kir, ku ew dê bi hemû şiyanên xwe piştevaniya Biden bikin.

Pelosî roja duşema bihorî jî piştevaniya xwe ji Biden re ragihandibû.

Di konferanseke rojnamevanî de Serokê Amerîkayê, Donald Trump jî got, ew tiştekî derbarê vê yekê de nizane lê di baweriya wî de pêwîste Joe Biden bersiva van tometan bide.