Tîma Rûdawê li herêmeke Rûsyayê eşîreke Soranîaxêv peyda kir

01-05-2021
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Tîma Rûdawê şevekî Remezanê li paytexta Komara Kabarda Balkarê Nalçîkê serdana malbatekê soranîaxêv a ji Rojhilata Kurdistanê kir
Tîma Rûdawê şevekî Remezanê li paytexta Komara Kabarda Balkarê Nalçîkê serdana malbatekê soranîaxêv a ji Rojhilata Kurdistanê kir
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Bi dehan malbat ji Rojhilata Kurdistanê ji dorberê Sineyê 120 sal berê ji ber şerê eşîrî derbasî Qeyseriya Rusyayê dibin. Tîma Rûdawê, Kurdên Soranîaxêv ên ji Rojhilata Kurdistanê, ku 120 sal e li Rûsyayê winda ne, peyda kir.

Şevekî Remezanê tîma Rûdawê li paytexta Komara Kabarda Balkarê Nalçîkê serdana malbatekê soranîaxêv a ji Rojhilata Kurdistanê kir.

Weke her sal, ji bo amadekirina bernameyên bi boneyê meha Remezanê, tîmê Rûdawê li Başûrê Rûsyayê, li Krasnodar û Komara Adigê li malên kurdên penaber ên ji Ermenistan û Azerbaycanê dibe mêvan.

110 - 120 sal berê eşîrekî, yan jî malbeteke mezin ji ber sedemên nediyar (her yek çîrokeke cuda dibêje) ji Rojhilata Kurdistanê  bi rê dikeve, Çemê Erezê derbas dike û dikeve erdê Împaratoriya Rûsyayê.

Li Rûsyayê Şoreş rû dide. Hikumeta Sovyetê sînorên xwe bi Îranê re dişidîne. Êdî tu peywendiya wan malbatên penaber bi Kurdistanê re namîne.

Ew li bakûr û rojhilata Azerbaycanê li nêzî sînora Daxistanê bi cih dibin. Di nava demê de çend malbat derbasî Komarên otonom ên Bakûrê Kafkasyayê yên mîna Daxistan û Kabarda Balkarê dibin.

Hikumeta Sovyetê mafê hewelatiyê nade wan. Zilamên wan nagirin xizmeta serbaziyê, ew nikarin bi fermî kar bikin.  Ji xwendina bilind jî bêpar dimînin.

Di nava civakê de her tim reftareke "çîna duyem" li wan tê kirin.  Civaka herêmê navên  "îranî", "hemşerî",  carna "qereçî", heta "tirk"  li wan dikin.

Di encamê serlêdanên dûr û dirêj de, salên 70yî  hin ji wan kurdan dikarin ku mafê hemwelatiya Sovyetê werbigrin. Û proseya wergirtina mafê hemwelatiyê ta niha jî bi zehmetî berdewam e.

Roja îro li Komara Kabarda Balkarê ya li Bakûrê Kafkasyayê nêzî 300-350 malên kurd ên soranîaxêv hene. Bi giranî li serbajar Nalçik û li gund û bajarokên li derdora wê: Baksan, Nartkala, Terek, Dêyskoy, Proxladniy, Kuba Taba, Çêgêm û yên din dijîn.

Di bersiva pirsa me de, ku "Gelo çawa 120 sale ku peywendiya we bi kurdên Sovyetê re jî tunebûye?” Xanenîşîn Silêman Abbasov ê 70 sallî dibêje: “Peywendî çi, halê çi kaka? Me ne dikarî 20 km ji gund û bajarê xwe jî dûr bikevin.”

Bê guman dem jî êdî encamê xwe nîşan dide: zimanê kurdî di nav nifşa nû de kêm tê zanîn. Asîmîlasyon mîna ejdeha hêdî hêdî wan dadiqurtîne. Ji aliyeke din ejdehaya Koronayê jî canê gelek pîrejin û pîremêran stendine, ku bi xwe re dîrok û kurdayetî jî birine gorê.

Çûna tîma Rûdawê, ji bo wan bû çabûnek, hêviyek, ronahiyek di dawiya tûnela tarî ya 120 salî de.

Tîma Rûdawê karî ku  "Kurdên Winda"  peyda bikin û dengê wan  bi riya Rûdawê bigihînin tevaya Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst