Swêd: Em amade ne ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê alîkariyê bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Swêdê ji Rûdawê re ragihand ku rewşa Sûriyeyê nearam e û pirsgirêkên zêde li wî welatî hene.

Wezaretê her wiha got ku ew amade ne alîkariyê bikin ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêşkêşkirina alîkariyên zêdetir ên mirovî ji bo Şamê.

Wezareta Karên Derve ya Swêdê di bersiva e-maîleke edîtorê Maseya Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa de ragihand, "Rewşa Sûriyeyê lerizok û nearam e.

Pirsgirêk gelek in, ji wan rewşa mirovî hîn jî gelekî xerab e, aboriya wê hilweşiyaye û aramiya welatê jî ji ber aloziyên navxweyî û binpêkirina aliyên derveyî ji bo ser serweriya Sûriyeyê di bin gef û metirsiyê de ye."

Wezaret her wiha got, "Bi hev re li gel welatên din ên Yekîtiya Ewropayê, Swêd amade ye alîkariyê bike ji bo rûbirûbûna van pirsgirêkan û zelalkirina çaverêkiriyan ji hikûmeta veguhêz.

Divê mafên hemû Sûriyeyiyan di pêvajoya veguhêzê ya giştgîr de bi awayekî aştiyane bê parastin."

Sûriye di rewşeke ewlehî ya aloz de derbas dibe.

Doh li taxa Eşrefiyet Sehnayeyê ya Şamê di navbera koma çekdar a Ricalkerameyê ya Durziyan û hêzên asayîşê yên Sûriyeyê de şer û pevçûn derketin.

Li gorî Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê, 16 endamê asayişa Sûriyeyê hatine kuştin, lê hinek çavkaniyên nefermî dibêjin nêzîkî 30 kes hatine kuştin.

Wezareta Karên Derve ya Swêdê got, "Aramî li seranserê Sûriyeyê divê karê yekemîn be, ew welat azad û demokratîk be û tê de rêz li mafê hemû Sûriyeyiyan bê girtin.

Lê divê pêvajo ji aliyê Sûriyeyiyan ve bê birêvebirin û lihevkirina di navbera hikûmeta veguhêz û komên Kurdî ên nav di Hêzên Sûriyeya Demokratîk de bibe sedema aramiyeke zêdetir û kêmbûna dabeşbûnê li Sûriyeyê."

Sala 2011an xwenîşandanên Sûriyeyiyan li dijî rejîma berê ya Beşar Esed dest pê kir. Piştre, xwenîşandan bû sedema derketina şerê navxweyî.

Li gorî bersiva Wezareta Karên Derve ya Swêdê ya ji bo Rûdawê re, "Ji destpêka derketina aloziyên 2011an ve, Swêdê çar milyar Kron alîkariya mirovî daye Sûriyeyê ku yek ji alîkariyên herî mezin in ku ji aliyê welatekî ve hatiye pêşkêşkirin e."

Her wiha wezaretê got, "Sala 2024an, Swêdê 257 milyon Kronên Swêdî ji bo karûbarên mirovî pêşkêşî Sûriyeyê kir".