Trump ji Rûdawê re got: Em piştgiriyê didin Elî Zeydî
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser Elî Zeydiyê ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê hatiye erkdarkirin ji Rûdawê re axivî.
Trump pirsên me bersivandin û piştgiriya xwe ya ji bo serokwezîrê nû eşkere kir.
Zeydî bi rêya telefonê bi Trump re axivîbû û Trump destnîşan kir ku hevdîtin gelekî berhemdar bûye.
"Ew kesekî gelekî baş e"
Trump anî zimên, "Ew bi xwe kesekî gelekî baş e. Me doh hevdîtineke dirêj kir û min ew pîroz kir.
Em ji dil dixwazin ku ew di karê xwe de serkeftî bibe."
Serokê Amerîkayê li ser helwesta welatê xwe ya di serdema nû ya Îraqê de peyameke zelal da.
"Em bi xurtî piştgiriyê didin"
Trump diyar kir ku wî soza piştgiriyê daye Zeydî û li pey çû:
"Min jê re got ku Amerîka li pişt wî ye. Em bi awayekî gelekî xurt piştgiriyê didin wî."
Rûdaw: Birêz Serok, hûn bi serokwezîrê erkdarkirî yê Îraqê re axivîn…
Trump: Min bi yê ku bi ser ketiye re xeber da, kesekî gelekî baş e. Wekî ku hûn pê dizanin, li Îraqê gelekî bi dilê min bû. Doh me guftûgoyeke dûvdirêj kir, min ew pîroz kir. Ew bi ser ket, bi alîkariya me, ew bi ser ket. Em dixwazin ew karekî gelekî baş bike û min jê re got ku Dewletên Yekbûyî dê di dirêjahiya rê de li gel wî be, ku (namzedkirina wî) serkeftineke mezin e. Serkirdeyê nû yê Îraqê kesek e ku em bi temamî piştgiriyê didin wî.
#VÎDEO - Trump ji Rûdawê re got: Em piştgiriyê didin Elî Zeydî
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 1, 2026
🎙️ Donald #Trump pirsa @diyarkurda bersivand pic.twitter.com/UTR4RkVz8X