Senatorê Amerîkayî: Dibe ku dîsa êrişî Îranê were kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dema yasayî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo domandina şerê Îranê bêyî vegera li Kongreyê îro (1ê Gulanê) bi dawî bû.

Lê îdareya wî pê bawer e ku ji ber agirbestê ew dem nemaye û ji ber wê jî ji bo operasyoneke nû pêdivî bi biryara Kongreyê nîne.

Senatorekî Demokratan jî qal dike ku êrişeke leşkerî ya bilez a li ser Îranê “îhtimaleke xurt e.”

Êrişa nû li ser maseyê ye

Senator Richard Blumenthal ji CNNê re ragihand ku di çend rûniştinên sîxuriyê yên nehênî de jê re hatiye gotin ku vebijêrka êrişeke leşkerî ya nû û bilez a li ser Îranê "bi temamî li ser maseyê ye."

Kanala navborî li ser zarê Blumenthal got: "Li gorî wan agahiyên ku gihiştine destê min, ez hîs dikim ku îhtimala êrişeke leşkerî xurt e û li ser maseyê ye.

Ev yek jî gelekî cihê dilgiraniyê ye çimkî dibe ku kur û keçên Amerîkayê bixe nav metirsiyê û bibe sedema qurbaniyên zêde.

Ez nikarim hûrgiliyên zêdetir bidim çimkî min agahiyên xwe di civîneke nehênî de wergirtine. Lê ev wekî planekê heye."

Fişar û dan û standin didomin

8ê Nîsanê “agirbesteke sist” hatiye ragihandin lê Amerîka dorpêçkirina benderên Îranê didomîne.

Ev wekî bersivekê ye ji bo gefên Tehranê yên girtina Tengava Hurmizê ku rêyeke stratejîk e û di demên asayî de pêncyeka petrol û gaza cîhanê di wir re derbas dibe.

Niha her du alî bi rêya navbeynkaran, bi taybetî bi rêya Pakistanê mijûlî dan û standinan in da ku bigihin peymaneke mayînde.

Îro medyaya Îranê belav kir ku Tehranê pêşniyara xwe ya herî nû radestî navbeynkarên Pakistanî kiriye.

Nîqaşa yasayî ya li ser dema şer

Li gorî yasaya "Desthilatên Şer" a sala 1973yan a li Amerîkayê, tenê 60 roj di destê serok de hene ku operasyoneke leşkerî bike.

Piştî wê divê destûrê ji Kongreyê wergire yan jî hêzên xwe vekişîne.

Şerê Îranê 28ê Sibatê bi êrişa Amerîka û Îsraîlê dest pê kir, loma 1ê Gulanê ji bo Trump dema dawî bû.

Lê berpirsekî pilebilind ê îdareya Trump ji ajansa Associated Pressê (AP) re ragihand ku agirbesta serê meha nîsanê li gorî yasayê "dawî li dijminatiyan aniye."

Her wiha Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth jî di Senatoyê de got ku têgihîştina wan wilo ye ku saeta 60 rojan di dema agirbestê de rawestiyaye.

Yanî ew dema ku piştî agirbestê derbas bûye wekî dema operasyonê nayê hejmartin.

Lê Demokrat vê hincetê red dikin û dibêjin ti tiştekî yasayî yê bi vî rengî nîne.

Her çi qasî Demokratan di dema şer de gelekî hewl da ku li Kongreyê biryarekê derxin da ku Trump neçar bikin şer rawestîne jî ve yek ji aliyê piraniya Komariyan ve hat redkirin.