Di hilbijartinên PEyê de 2 kurd bûn endamên yedek ên parlamentoyê
Hewlêr (Rûdaw) – Di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê (PE) de, 2 namzedên kurd bûn endamên yedek ên PEyê.
Hilbijartinên PEyê 25ê Gulana îsal li Swêdê hatin lidarxistin. Di hilbijartinan han de 6 kurd li ser lîsteya partiyên cur bi cur ên Ewropayê bibin namzedên PEyê.
Piştî encamên dawî yên hilbijartinan hat eşkerekirin derket holê ku ti kurdek yekser derbasî PEyê nebûye tenê 2 namzedên kurd bi navên Kurdo Baksî û Evîn Încîr karîne bibin endamên yedek ên PEyê.
Di hilbijartinên PEyê de jibilî wan 6 namzedên kurd, 3 namzedên asûrî-suryanî jî beşdar bibûn lê wan jî nekarîn derbasî PEyê bibin.
Kurdo Baksî û Cebar Emîn li ser lîsteya Partiya Keskan, Evîn Încîr li ser lîsteya Partiya Karker a Sosyal Demokratê, Şukru Demîr li ser lîsteya Partiya Gel, Sohêila Fors li ser lîsteya Partiya Xirîstiyan Demokratê, Zinar Canpolat li ser lîsteya Partiya Çep, Metîn Rhawî û Robert Hanna li ser lîsteya Partiya Karker a Sosyal Demokratk û Îshaq Betsîmon jî li ser lîsteya Partiya Keskan tevlî hilbijartinên PEyê bibûn.
Parlamentoya Ewropayê ji 736 endaman pêk tê ku nûnertiya 25 welatên Ewropî dikin.