Mike Pence dibe hevrikê Trump

01-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Amerîkayê yê berê Mike Pence û Waliyê New Jersey ê berê Chris Christie plan dikin ku ji bo hilbijartinên sala 2024, hefteya pêş bikevin pêşbaziyê ji bo namzediya serokatiyê ya partiya Komarparêzan.

Cîgirê Serokê Amerîkayê yê berê Mike Pence di rikeberiya navxwe ya Komarparêzan de ya ji bo posta serokatiya Amerîkayê, dê heftiya bê berbijêrbûna xwe rabigihîne.

Li gor medyaya Amerîkayê, Mike Pence yê 63 salî dê di 7ê vê mehê de berbijêrbûna xwe ji bo serokatiya Amerîkayê rabigehîne û bibe hevrikekî bihêz ê Donald Tramp, Serokê Amerîkayê yê berê ku niha di nav Komariyan de berbijarê herî bihêz û sereke ye.

Mike Pence bo dema 4 salan ji sala 2016an ve heya 2020an Cîgrê Donald Tramp bû.

Li gor Reutersê, Waliyê New Jersey ê berê Chris Christie, ku di sala 2016an de şêwir da kampanyaya Trump ku tenê bibe rexnegirekî tund ê serokê berê, dê di 6ê Hezîranê de bi fermî kampanyaya xwe ya bo hilbijartinên 2024an ragihîne.

Herwiha tê gotin, Waliyê Dakotaya Bakur Doug Burgum jî plan dike ku di heman rojê de ku Pence berbijêrbûna xwe radigihîne, bikeve pêşbaziyê.

Qada Komarparêzan ji zêdebûna hejmara berbijêrên serokatiyê di nav Komarparêzan de bi fikarin.

Ew ditirsin ku eger hejmara hevrikan di nav partiyê de zêde bibe, dengên dijî Trump parçe parçe bibin û bi vî awayî namzediya partiyê radestî Trump bikin.

Di nav Komarparêzan de namzedê herî pêş niha Donald Trump e, hevrikê wî yê herî sereke di nava partiyê de Waliyê Florîdayê Ron DeSantis e.

Pence di 23ê Mijdara 2019an de serdana Hewlêrê kiribû, di serdana xwe de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyabû.

Herwiha Mike Pence di sala 2019an de roleke giring hebû di sînordarkirina êrîşên Tirkiyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê de. Di wê salê de Tirkiyê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir û herdu bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Koşka Spî di 15 Cotmeha 2019an de ragihandibû, Mike Penc di serdana xwe ya bo Tirkiyê de dê ji rayedarên Tirkiyê re rabgigihîne ku ger êrîşên xwe nerawestîne dê rastî sizayên Aborî were. Piştî serdana Pence, Tirkiyê êrîşên xwe rawestandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst