Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina DAIŞê gefa “tinekirinê” li Îsraîl û rêxistinên filistînî yên Hemas û Fethê dixwe.
Rêxistina DAIŞê duh vîdyoyek belav kir. Di wê vîdyoyê de çekdarekî DAIŞê ku rûyê xwe pêçaye, bi tundî gefan li Îsraîl û Hemasê dixwe.
Ew çekdarê DAIŞê dibêje, divê dewleta cihûyan (Îsraîl) û Hemas û Feth bizanin ku emê koka wan biqelînin û wan tine bikin.
Sebeba wê yekê ku DAIŞ gefê li Hemasê dixwe, ew e ku qaşo Hemas nikare li Filistînê bi taybet li Xeze û kampa Yermûkê (kampa penaberên filistînî li Sûriyê) pîvanên îslamê bicîh bîne.
Ev cara yekemîn e ku DAIŞê wiha Hemasê tehdîd dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse