Almanya beşdarî plana Amerîkayê ya bo parastina Tengava Hurmizê nabe

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo parastina keştiyên bazirganî û herwiha bo ku Tengava Hurmiz vekirî bimîne, Amerîkayê destpêşxeriyek bo hevpeymanên xwe ragihandiye.

 

Washingtonê daxwaz ji hevpeymanên xwe û di nav de ji hevpeymanên xwe yên Ewropî Fransa, Almanya û Brîtanyayê kiriye ku bi hevbeşî ligel Amerîkayê navçeyên avî yên Kendavê biparêzin.

 

Derbarê mijarê de Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got: "Em wê derê vekirî dihêlin, planeke asayîşa deryayî datînin, welatên ji seranserê cîhanê yên ku berjewendiya wan di wê yekê de ye ew tengav vekirî bimîne, beşdarî plane dibin. Lê gelekî ji ewa ku em çaverê dikin zêdetir dem divê. Li gel wê jî piştrast im ku cîhan ji girîngiya vê pirsê fêm dike ku Amerîka amade ye bibe beşekî serekî di vê planê de, herwiha ji seranserê cîhanê jî pêwîstiya me bi welatan heye ku di parastina vê veguhestina bazirganî de hevkar bin."

 

Ji xeynî Amerîkayê, Brîtanya jî ligel cîbicîkirina vê planê ye, bi taybetî piştî ku di dema borî de li Tengava Hurmiz, Îranê dest danî ser keştiyeke wê. Di heman demê de Fransa jî amade ye beşdarî cîbicîhkirina vê planê bibe. Lê berovajiya Brîtanya û Fransayê, hikûmeta Almanyayê ne amade ye beşdarî planê bibe.

 

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas jî dibêje: "Hikûmeta Almanyayê beşdarî çavdêriya deryayî nabe ku ji aliyê Amerîkayê ve hatiye pêşniyarkirin û herwiha plan jêre hatiye danîn. Li ser vê mijarê em li gel hevbeşên xwe yên Fransî di nava hevahengiyeke nêzîk de ne. Nerîna me wiha ye ku stratejiya guşara zêde xelet e, em tevlîheviya zêdetir a leşkerî naxwazin, em dê berdewam pişta xwe bi dîplomasiyê ve girê din."

 

Armanca plana Amerîkayê, pêkanîna hevpeymaniyekê ye bo parastina keştiyên bazirganî li Tengava Hurmiz ji gefên Îranê.

 

Amerîkayê daxwaz ji wan welatan teva kiriye ku beşdarî planê bibin ewên ku keştiyên wan yên bazirganî di Tengava Hurmiz re derbas dibin.