Donald Trump ji Rûdawê re got: Me kapasîteya atomî ya Îranê ji nav bir

Washington (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku kapasîteya atomî ya Îranê hatiye jinavbirin û eger careke din dest pê bikin jî neçar in her tiştî ji nû ve ava bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde ya li ser Îranê bersivand.

Donald Trump di bersiva xwe de got:

“Îranê gelekî xerab kir. Kapasîteya wan a atomî hat jinavbirin.

Kapasîteya wan hebû ku di nava 3-4 hefteyan de (çekên atomî) çêbikin lê ew hat jinavbirin.”

Serokê Amerîkayê da zanîn ku Saziya Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ragihandiye ku ew tesîs bi temamî hatine jinavbirin.

Donald Trump da zanîn:

“Dibe ku careke din dest pê bikin lê neçar in ku li cihekî din dest pê bikin, ji ber ku ew der hatin jinavbirin.

Tişta ku wan pîlotan kir, bi temamî nîşangirtin bû.

36 balafirên şer bi bêdengî gihiştin armancên xwe.

Her bombeyekê tam li armanca xwe da.

Wekî ku hûn dizanin, piştî wê me jî 30 mûşek ji keştiyên binavê avêtin.

Ew ji bi sedan mîl dûr ve çûn lê hemûyan li armancên xwe dan.”

Trump bi gotina, “Loma ew dikarin careke din dest pê bikin lê wan rastî negot. Îranê rastî eşkere nekir. Diviyabû ew vekirî û durist bûna” birêvebiriya Îranê bi nezelaliyê rexne kir.

Ev daxuyanî piştî operasyonên ku Amerîkayê meha borî li dijî tesîsên atomî yên Îranê pêk anîbûn û wekî “serkeftineke mezin” bi nav kiribûn, hatin dayîn.

Trump berê jî gotibû ku eger Îran bernameya xwe ya atomî ducare bide destpêkirin, ew dê careke din li tesîsan bixin.