Trump erê kir: Amerîkayê ji sedî 15 baca gumrikê bi ser Tirkiyeyê de sepand
Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê ji sedî 15 baca gumrikê bi ser Tirkiyeyê de sepand.
Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara sepandina baca gumrikê îmze kir.
Tirkiye di nava wan welatan de ye ku rêjeya baca wan herî kêm hatiye zêdekirin.
Sepandina bacê dê ji îro pê ve derbasdar be.
Biryara nû dê bi zêdekirina ji sedî 5 li ser baca heyî ya ji sedî 10an, wekî ji sedî 15 were bicihanîn.
Tarîfeyên nû yên gumrikê ku îro ketin meriyetê, bandorê li gelek welatan dikin.
Rêjeyên bacê yên ku bi ser welatan de tên sepandin wiha ne:
Brezîlya: Ji sedî 50
Îsraîl: Ji sedî 15
Brîtanya: Ji sedî 10
Hindistan: Ji sedî 25
Kanada: Ji sedî 35
Taywan: Ji sedî 20
Afrîkaya Başûr: Ji sedî 30
Meksîka: Ji sedî 30
Sûriye: Ji sedî 41
Tirkiye: Ji sedî 15