Trump hişyarî da: Du keştiyên binavê yên nukleerî dê li herêmê bên bicîhkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Trump wekî bertek li hemberî daxuyaniyên Serokê berê yê Rûsyayê Dmitriy Medvedev got, "Gotin girîng in û dikarin bibin sedema encamên nexwestî."
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, wekî bertek li hemberî daxuyaniyên Serokê berê yê Rûsyayê Dmitriy Medvedev, wî ferman daye ku "du keştiyên binavê yên nukleerî li herêmên guncaw bên bicîhkirin."
Trump di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Truth Socialê bertek nîşanî daxuyaniyên Medvedev ên derbarê nukleerê de da.
Donald Trump di daxuyaniya xwe de got, "Li ser daxuyaniyên gelekî provokatîf ên Serokê berê yê Rûsyayê Dmitriy Medvedev ku niha Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Federasyona Rûsyayê ye, min ferman da ku du keştiyên binavê yên nukleerî li herêmên guncaw bên bicihkirin."
Medvedev roja duşemê daxuyaniyek dabû û bi tundî li Trump derketibû û hişyarî dabû ku polîtîkayên Washingtonê "dikarin bibin sedema şerekî berfirehtir di navbera Rûsya û Amerîkayê de."
Trump anî zimên ku di mijarên nukleerî de gotin girîng in û wiha domand,"Gotin girîng in û gelek caran dikarin bibin sedema encamên nexwestî. Hêvîdar im ev ne yek ji wan rewşan be."
Dmitriy Medvedev di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de gotibû, "50 roj an 10 roj...
Divê Trump du tiştan ji bîr neke; 1. Rûsya ne Îsraîl e û ne jî Îran. 2. Her ultîmatomeke nû gefek e û gaveke ber bi şer ve ye. Ne di navbera Rûsya û Ukraynayê de lê di navbera welatê wî û Rûsyayê de ye."