Erdogan û Pizîşkiyan civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan civiyan.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Mesûd ji bo Civîna 25emîn a Konseya Serokên Dewletên Rêxistina Hevkariya Şanghayê li bajarê Tîencînê yê Çînê ne.
Di çarçoveya civînê de hevdîtinên serokên û rayedarên welatan didomîn.
Erdogan li Navenda Kongreyê ya Meyciangê bi Serokomarê Îranê Pizîşkiyan re hevdîtin kir.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacir, Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat û Serokê Ragihandina Serokkomariya Tirkiyeyê Burhanettîn Duran jî beşdarî hevdîtinê bûn.