Herdu kompaniyên Orange û Schneider înterneta 5G pêş dixin

Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya Orange ku di warê gihandinê de kar dike, hewldanên xwe ligel Kompaniya Schneider kirine yek ji bo pêşxistin û bikaranîna înterneta 5G.

Hewldanên van herdu kompaniyan Adara îsal dest pê kirin. Armanca wan ew e ku jîngeheke pîşesazî çêbikin ku cihgirtî be û bikare hemû beşên pîşesazî û hemû bikarberan bi hev re girê bide.

Rêveberê Cîbicîkar ê Kompaniya Orange Stephane Richard di serdaneke xwe bo kargehên Kompaniya Schneider de, behsa giringiya bikaranîna înterneta 5G dike.

Rêveberê Cîbicîkar ê Kompaniya Orange Stephane Richard dibêje: “5G bi rastî awayê berhemanînê li kargeha Schneiderê guheriye. Ev baştirîn qazanca 5G ye. Pîşesaziya bê. Astengiya mezin a li pêşiya me. Ez hatim vir da ku ez aliyê balkêş ê 5G eşkere bikim. Ew jî ew şoreşa mezin e ku li dar xistiye.”

Înterneta lezgîn a 5G di gelek waran de sozên sosret û ecêb dane û mizgîniya şoreşeke mezin a gihandinê li ser asta cîhanê daye. Di warê pîşesazî û berhemanînê de jî, bi alîkariya teknolojiyeke din bi navê teknolojiya Cellular, ew eger berdest bûye ku qebareyeke mezin ji detayan bi hev re bê şîrovekirin û armancên taybet ji wan bên wergirtin.

Richard dibêje, di siberojê de her welatek berê xwe nede înterneta 5G, siberoja xwe dixe metirsiyê.

Rêveberê Cîbicîkar ê Kompaniya Orange Stephane Richard jî got: “Ez bi temamî piştrast im ku bidestxistina înterneta 5G tê wateya pêşketina rasteqîne. Herwiha ez piştrast im ku ti bajarekî mezin û ti welatek naxwaze bi redkirina vê teknolojiyê siberoja xwe bixe metirsiyê. Tevî hemû metirsî û pirsgirêkên ku li pêş me ne, divê em pêşwaziya 5G bikin.”

Ji bilî herdu kompaniyên Orange û Schneider, kompaniyên mezin ên din ên warê gihandinê wek Nokia hevkar in di pêşxistina înterneta 5G di wê projeya hevbeş de. Heya niha înterneta 5G li hinek welatên cîhanê wek Korya Başûr û çend welatên din ên pêşketî ji bo testkirinê tê xebitandin.