Erdhejeke bi hêza 6,9an pileyan Fîlîpîn hejand

Hewlêr (Rûdaw) - Li Fîlîpînê di erdheja bi hêza 6,9 pileyan a ku li peravên rojavayê herêma Palomponê çêbû de hejmara miriyan derket 61ê.

Li gorî Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), erdhej doh bi dema herêmî saet 21:59an li rojavayê herêma Palomponê û peravên parêzgeha Cebuyê çêbûye.

Li gorî nûçeya rojnameya The Philippine Daily Inquirerê ya ku xwe dispêre rayedarên herêmî, hejmara kesên ku li seranserê welêt mirine derketiye 61ê.

Serokdewletê Fîlîpînê Ferdinand Marcos Jr. di daxuyaniyekê de bang li gel kir ku "hişyar bin û bi rayedarên herêmî re hevkariyê bikin” û got:

"Ez sersaxiyê ji malbatên ku hezkiriyên xwe ji dest dane re dixwazim û diayên min bi birîndaran û hemû kesên ku ji erdhejê bandor bûne re ne."

Serokê Xaça Sor a Fîlîpînê Richard Gordon jî diyar kir ku di erdhejê de hinek dêr bi awayekî qismî hilweşiyane û hinek dibistan jî hatine valakirin.

Volkana Taalê jî teqiya

Li aliyê din, li gorî daxuyaniya Enstîtuya Volkanolojî û Sîsmolojiyê ya Fîlîpînê (Phivolcs), li volkana Taalê ya ku nêzîkî 70 kîlometreyan li başûrê paytext Manîlayê ye teqînek çêbûye.

Hat destnîşankirin ku ewrên dûxanê yên piştî teqînê heta 2 hezar û 500 metreyî bilind bûne.

Fîlîpîn ku yek ji wan welatan e ku herî zêde tevgerên sîsmîk li wan çêdibin û li ser Xeleka Erdhejê ta Pasîfîk e ku wekî “Xeleka Êgir” tê naskirin.