Neteweyên Yekbûyî: Agirbest, alîkarî û dîlên Xezeyê pêşîneyên me ne
New York (Rûdaw) - Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq ragihand ku agirbesteke demildest li Xezeyê, gihandina alîkariyan, berdana dîlan û çareseriya dudewletî xalên wan ên pêşîn in.
Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê li New Yorkê Namo Ebdullah bersivand û da zanîn ku agahiyên wan li ser hûrgiliyên plana Trump nînin.
Li gorî daxuyaniya Koşka Spî û plana Trump, piştî ragihandina agirbestê li Xezeyê, hemû operasyonên artêşa Îsraîlê dê bên rawestandin û ew dê ji herêmê vekişin.
Rojane dê alîkariyên mirovî yên pêwîst biçin herêma Filistînê û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî ve were belavkirin.
Di planê de hatiye diyarkirin ku piştî şer, Xeze dê ji aliyê desthilateke veguhêz ve di bin çavdêriya Amerîkayê de û bi hevkariya welatên endamên Komkara Erebî û Ewropayê were birêvebirin.
Hemas jî dê wekî komeke çekdar li wê herêmê nemîne û beşdarî desthilatê nebe û divê çekdarên wê dev ji çekan berdin an jî rê dê ji wan re were dayîn ku Xezeyê biterikînin.
Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdullah li ser vê mijarê pirsek ji Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq kir û ev jî pirs û bersiv in:
Namo Ebdullah: "Derbarê pêşniyara aştiyê ya Serok Trump, we got ku Sekreterê Giştî pêşwaziyê dike. Gelo Sekreterê Giştî ji ber ku wê wekî pêşniyareke dadperwerane dibîne pêşwaziyê lê dike, yan tiştekî taybet heye ku Sekreterê Giştî teşwîq dike pêşwaziyê li wê pêşniyarê bike?"
Farhan Haq: Tiştê ku em demeke dirêj e behs dikin û Sekreterê Giştî dixwaze bibîne, agirbesteke demildest û mayînde, gihandina alîkariya mirovî, berdana dîlan û her wiha rêyeke ber bi çareseriya dudewletî ve ye.
Ev xalên me yên pêşîn in. Tiştekî min ê taybet nîne ku li ser xalên planê bibêjim.