ALMANYA - 7 Kurdên Êzidî jî di nav de 50 kes hatin dersînorkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Almanyayê ragihand ku hikûmeta Almanyayê doh 50 kes ji Balafirgeha Dusseldorfê ya eyaleta Nordrhein-Westfalenê dersînorî Îraqê kirine.

Li gorî wezareta eyaleta Nordrhein-Westfalenê 41 kes ji wan ji heman eyaletê bûne û 7 Kurdên Êzidî jî di nav dersînorkiriyan de bûne.

Dezgeha Federal a Koç û Penaberan a Almanyayê (BAMF) a Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Her kesê ku mafê penaberiyê wernegire û biryara dersînorkirina wî ya ji Almanyayê hatibe dayîn, dê bêyî razîbûna wî were dersînorkirin.”

Ev ne cara yekem e ku welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê û Kurdên Êzidî tên dersînorkirin.

Meha Hezîranê Almanyayê 43 kes ji bajarê Leipzigê û meha Sibatê jî 47 kes ji Hannoverê dersînorî Îraqê kiribûn.

Li gorî Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê, sala borî 816 welatiyên Îraqê hatine dersînorkirin.