Amerîkayê pêşniyara Îranê red kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Erakçî pêşniyara hevdîtineke rasterast a bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff re kiriye ku wezîrên Ewropî jî beşdar bibin, lê Witkoff ev yek qebûl nekiriye.
Berdevka Hikûmeta Îranê Fatma Muhacîraniyê piştî civîna kabîneyê ya li Tehranê daxuyanî da çapemeniyê.
Muhacîraniyê derbarê hevdîtinên Wezîrê Karên Derve Erakçî yên li New Yorkê agahî da û got:
"Îranê pêşniyar li Birêz Witkoff kir ku bi beşdariya 3 wezîrên Ewropî (wezîrên karên derve yên Brîtanya, Fransa û Almanyayê yên ku aliyên peymana navokî ya 2015an in) û Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re hevdîtineke rasterast were kirin. Lê Birêz Witkoff nehat hevdîtinê."
Muhacîraniyê da zanîn ku Îranê xwestiye mekanîzmaya "snapback" a ku sizayên Neteweyên Yekbûyî (NY) vedigerîne, were rakirin, lê aliyê din pêşniyar kiriye ku mekanîzma ji bo 6 mehan were sekinandin û wiha got:
"Amerîka li ser bipaşxistina 6 mehan israr kir, lê liberçavgirtina berjewendiyên neteweyî yên welêt, şeva borî jî Îranê pêşniyara bipaşxistina 45 rojan kir, lê ev pêşniyara me ji ber zextên lobiya siyonîst nehat qebûlkirin."
Mekanîzmaya Snapbackê
Di meha Nîsanê de bi navbeynkariya Umanê di navbera Îran û Amerîkayê de dan û standinên nerasterast ên navokî dest pê kiribûn.
Tevî ku Amerîkayê israr li ser hevdîtinên rasterast bi Îranê re kiribû jî, Tehranê wê demê hevdîtinên rasterast qebûl nekiribû.
Dan û standin piştî êrişên Îsraîlê yên meha Hezîranê têk çûbûn.
Aliyên Ewropî yên peymana nukleerê ya 2015an a bi Îranê re, ango Brîtanya, Fransa û Almanya, bi hinceta ku Tehranê peymana nukleerê binpê kiriye, 28ê Tebaxê mekanîzmaya "snapback" a ku sizayên NYyê vedigerîne, xistibû meriyetê.