Hêmin Heme Salih: Guhdarên hunera baş ên muzîka Kurdî nînin

Dusseldorf (Rûdaw) - Hunermend Hêmin Heme Salih tevî ku li Brîtanyayê dijî lê karên wî yên hunerî bi temamî bêhn û rengê çiya û zozanên Kurdistanê didin.

Hêmin Heme Salih beşdariya bernameya "Diyaspora" a Rûdawê bû û ji Hêmin Ebdullah re behsa kar û berhemên xwe û astengiyên li pêşiya hunera Kurdî ya li derveyî welêt kir.

Hunermend Salih diyar kir ku  ji bo çêkirina du vîdeoklîpên nû çûye Bokana Rojhilatê Kurdistanê û got:

"Em çûn Bokanê, Kek Muhsin Herîwan li wir bû û min karê dabeşkirina muzîkê pê re dikir.

Gelek hêsankarî ji bo me hatin kirin û me karî du vîdeoklîpan qeyd bikin."

Ew her wiha amaje bi wê yekê jî dike ku Kek Ehmed, vîdeografikerekî profesyonel û hevalê wî yê nêzîk ê li Londonê ye lê Ehmed nikarîbû bi wan re biçe Kurdistanê.

Dûrketina ji welêt her tim bandoreke kûr li ser hunermendên Kurd dike.

Hêmin Heme Salih behs dike ku yekem karê wî yê hunerî di sala 2006an de li gel mamoste Burhan Muftîzade li Londonê bûye.

Hunermend Heme Salih got, "Me du sê kar kirin lê bi rastî ew dem û serdem ji bo min ne guncaw bû.

Heta sala 2020an me nikarîbû berheman belav bikin lê ji 2020an û vir ve em bi berdewamî karên xwe belav dikin."

Li gorî Hêmin Heme Salih yek ji pirsgirêkên herî mezin ên li pêşiya hunermendên Kurd ên li derveyî welêt, nebûna guhdarên baş e.

 Hunermend Salih behsa pirsgirêkên hunermendên Kurd kir û got, "Bi rastî, pirsgirêka me ya herî mezin guhdar e û piraniya me, ez jî di nav de, ew karên ku em dikin tenê bûne wekî hobî.

Mixabin, guhdarên hunera baş nînîn. Piştî 25 salan li Brîtanyayê, min heta niha nedîtiye ku konserteke baş hatibe lidarxistin.

Pirsgirêka me guhdar e, pirsgirêk ne karê me yê hunerî ye."

Ew teqez dike ku ew li gorî karîna xwe, karekî baş dikin, bi mirovên baş, muzîkjenên baş û vîdyografîkerên pir baş re kar dikin lê guhdarê wan nînîn.

Hêmin Heme Salih xelkê Qeladizê ye û bi bajarê xwe serbilind e.

Hêmin Heme Salih behsa bajarê xwe jî kir û got, "Cihê jidayîkbûna min Qeladizê ye, bajarekî xweş e.

Min xwest tiştekî pir cuda bikim. Li devera me, wekî Pişder û Bitwênê, em hinekî ji strana nûjen, muzîka pop û tiştên wisa dûr ketibûn.

Ez kêfxweş im ku bûme beşek ji wê deverê û dengê Pişderê jî bigihînim Kurdistana mezin."

Hêmin Heme Salih hunermendekî jêhatî ye ku tevî dûrbûna ji welêt, hewl dide bi rêya hunera xwe pêwendiyên xwe bi ax û çanda xwe re xurt bike û dengê herêma xwe bigihîne cîhanê.