Hevjîna Emerîkê Serdar jiyana xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) – Hevjîna nivîskar û rojnamevanê navdarê kurd ê Ermenistanê Emerîkê Serdar, Seyran Sehîd wefat kir.
Hevalê nêzîk ê Emerîkê Serdar, Mirazê Cemal li ser malpera xwe ya facebookê ragihandiye, îro (1ê Kanûnê) hevjîna Emerîkê Serdar, Seyran Sehîd li paytexta Ermenistanê-Yêrîvanê, wefat kir.
Li gorî ku Mirazê Cemal gotiye, Seyran Sehîd di temenê 76 salî de jiyana xwe ji dest daye.
Emerîkê Serdar, ku niha temenî wî 82 sal e, yek navdartirîn nivîskar û rojnamevanên kurd ên Sovyeta berê ye. Wî 45 salan di rojnameya kurdî ya Rya Teze de kar kir. Emerîkê Serdar gellek pirtûk jî nivîsîne.
Keça Emerîk û Seyranê, Nûrê jî nivîskar e û karê wergerandinê jî dike.