Amarên 10 mehan: Ji Almanyayê ber bi Îraq û Tirkiyeyê ve dersînorkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Dad, Koç û Parastina Bikarhêneran a Eyaleta Thuringenê ya Almanyayê ji Rûdawê re ragihand, ji 1ê Kanûna Paşîn heta 31ê Çiriya Pêşîn a 2025an, 24 penaxwaz dersînorî Îraqê û 34 jî dersînorî Tirkiyeyê hatine.

Berdevkê Wezaretê Oliver Will pirsên me yê nivîskî bersivandin.

Oliver Will da zanîn ku mesrefê dersînorkirina wan koçberên ku daxwaza wan a penaberiyê hatiye redkirin yan jî yên ku wekî “metirsîdar” tên dîtin "bi awayekî giştî nayê diyarkirin."

Li gorî daxuyaniyê, mesref li gorî rêya veguhastinê, pêdiviyên ewlehiyê û bijîşkî diguhere.

Alîkariya darayî ji bo dersînorkiriyan

Saziyên Almanyayê hinek pereyan didin wan penaxwazên ku tên dersînorkirin û şiyana wan a darayî nîne.

Ev pere ji bo dabînkirina xwarin, heqrê û pêdiviyên destpêkê ne dema ku digihîjin welatê xwe.

Berdevkê wezaretê ji Rûdawê re diyar kir, kesên ji 12 salî mezintir 50 euroyî û yên ji 12 salî biçûktir jî 25 euroyan werdigirin.

Herî zêde jî ser her malbatê 150 euro tê dayîn.

Wezaretê ew yek jî eşkere kir ku di dema pêwîst de û li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, alîkariya zêde ya ji bo vegerê didin penaxwazan.

Navenda nû ya dersînorkirinê

Meha tebaxê Eyaleta Thuringenê ya ku dikeve naverasta Almanyayê, navendeke taybet a desteserkirinê ya ji bo dersînorkirinê li bajarokê Arnstadtê vekir.

Ew navend dikare 10 kesan bihewîne û ji bo wan kesên ku biryara dersînorkirinê ji bo wan derketiye hatiye terxankirin.

Ew cih berê girtîgeh bû û niha hatiye guhertin.

Pirsên me û bersivên Wezareta Dad, Koç û Parastina Bikarhêneran a Eyaleta Thuringenê ya Almanyayê wiha ne:

Rûdaw: Bi awayekî giştî mesrefê dersînorkirina penaxwazekî ku dosyaya wî hatiye redkirin yan kesekî metirsîdar û tawanbar çend e?

Wezaret: Ev bi awayekî giştî nayê diyarkirin, ji ber ku mesref li gorî rewşa her pêvajoya vegerandinê diguhere. Ev jî girêdayî rê û amûrên veguhastinê ye, her wiha ew hewl û mesrefê ku ji bo dabînkirina parêzvaniya ewlehiyê yan çavdêriya bijîşkî pêwîst e.

Rûdaw: Hejmara kesên ku dersînorî Îraq û Tirkiyeyê hatine kirin çend bûye?

Wezaret: Ji 1ê Kanûna Paşîn a 2025an heta 31ê Çiriya Pêşîn a 2025an, bi giştî 24 kesên ku biryara derxistina wan hatiye dayîn, dersînorî Îraqê hatine kirin. Di heman maweyî de 34 vegerandinên bi zorê (dersînorkirin) bo Tirkiyeyê hatine kirin. Îsal ti dersînorî Îranê nehatiye kirin.

Rûdaw: Mesrefê dersînorkirina ber bi Îraq û Tirkiyeyê ve çend bûye?

Wezaret: Wekî ku di bersiva pirsa yekem de hatiye diyarkirin (nayê diyarkirin).

Rûdaw: Gelo ew kesên ku tên dersînorkirin alîkariya darayî werdigirin? Eger erê, tibaba wê çend e?

Wezaret: Eger şiyana darayî ya wan kesên ku tên dersînorkirin nebe, hinek pereyên kaş didin wan da ku xerciyên herî pêwîst ên temamkirina geşta xwe li welatê ku diçinê dabîn bikin, ji bo xwarin û kirêya manê (eger hebe).

Paşê ji bo kesên ji 12 salî mezintir 50 euro ji bo her kesekî û ji bo kesên ji 12 salî biçûktir jî 25 euro tên dabînkirin.

Herî zêde pereyê ji bo malbatekê 150 euro ye. Ofîsên Biyaniyan bi xwe biryarê li ser pesendkirin û xercina wî pereyî didin. Di hinek rewşan de Polîsê Federal yan Frontexê biryarê li ser miqdarê pereyî didin ku li vir bi awayekî giştî 50 euro ye ji bo kesekî.

Ji bilî vê, li gorî welatê jêder û liberçavgirtina rewşa her kesî, eger ji aliyê yasayî ve pêwîst be, alîkariya vegerê ji bo misogerkirina jiyanê li gorî Madeya 3yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tê dayîn.

Rûdaw: Çend navendên dersînorkirinê yan cihên manê li eyaleta we hene?

Wezaret: Eyaleta Azad a Thuringenê ji nîvê meha tebaxa îsal ve xwediyê navendeke taybet a xwe ye ji bo desteserkirina wan kesên ku ji bo dersînorkirinê hatine amadekirin (AHE) li Arnstadtê ku niha dikare 10 kesan bihewîne.

Rûdaw: Çend desteserkiriyên dersînorkirî li wir dimînin?

Wezaret: Bi liberçavgirtina kapasîteya herî zêde ya niha ya navendê, mimkin e ku heta 10 kesên ku biryara derxistina wan hatiye dayîn, di heman demê de li Navenda Arnstadtê (AHE) werin hiştin.

Rûdaw: Mesrefê çêkirina navendeke bi vî rengî çend bûye?

Wezaret: Hat tercîhkirin ku sûd ji girtîgehekê were wergirtin û li gorî wê were nûjenkirin. Ew mesrefên ku heta niha ji bo nûjenkirin û birêvebirina navenda desteserkirinê ya taybet bi dersînorkirinê (AHE) li Arnstadtê hatine kirin, dê piştî temamkirina jimêryariya darayî ya dawiya salê werin diyarkirin.