Florian Hassler: Em hewl didin rê li ber dersînorkirina Êzidiyan bigirin

Berpirsê Kar û Barên Siyasî û Ewropayê yê Herêma Baden-Wurttembergê Florian Hassler, di dema beşdariya di konsereke xêrxwaziyê de pesnê pêwendiyên bihêz ên di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de da.

Hassler kêfxweşiya xwe nîşan da ku dahata çalakiyê ji bo projeya klînîka çareseriya derûnî tê terxankirin û tekez kir ku ew piştevaniya qurbaniyên destê DAIŞê wekî erkekî mirovî û exlaqî dibînin û her tim nûçeya rizgarkirina her jin û zarokekê dibe cihê dilxweşiya wan.

Derbarê alîkariyan de Hassler eşkere kir, Herêma Baden-Wurttembergê xeynî wergirtina zêdetirî hezar jin û zarokên rizgarbûyî yên destê DAIŞê di çarçoveya kontenjaneke taybet de, di salên borî de piştevaniya nêzîkî 70 projeyên curbicur li Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Hassler amaje bi wê yekê da ku nîvê wan projeyan taybet bûn bi Şingalê, çimkî tevî rewşa dijwar a ewlehiyê û wêraniyê, li gorî wan girîng e veberhênan di binesaziya deverê de were kirin da ku zemîneya vegerê ji bo koçberan xweş bibe.

Ew berpirsê Alman dijberiya xwe ya li hemberî dersînorkirina penaberên Kurd ên Êzidî ragihand û diyar kir, her çiqas biryara koçê di desthilata hikûmeta federal de be jî lê rewşa Êzidiyan ji ber wê komkujiya ku bi serê wan de hatiye, ji ya her penaberekî din cuda ye û nabe bên şandin ji bo devereke ku jê reviyane. Lewra ew hewl didin sazî û hikûmeta federal hişyar bikin da ku bi hûrgiliyeke zêdetir miameleyê bi dosyeyên wan re bikin.

Berpirsê Kar û Barên Siyasî û Ewropayê yê Herêma Baden-Wurttembergê Florian Hassler li ser rewşa Kurdên Êzidî yên Almanya û Herêma Kurdistanê û projeyên ji bo wan pirsên nûçegihan Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.

Rûdaw: Ez dixwazim nêrîna we li ser vê çalakiyê û konsera xêrxwazî ya îşev bizanim?

Florian Hassler: Bi rastî îşev çalakiyeke bêhempa ye, li gel tîpeke muzîkê ya hêja, mêvanên me yên gelekî baş hebûn û me guh da gotarên giring. Lê bê guman ji bo min wekî Berpirsê Wezareta Herêma Baden-Wurttembergê tiştekî taybet e ku ji ber pêwendiya me ya bihêz a li gel Herêma Kurdistana Îraqê û Êzidiyan, beşdarî konsereke xêrxwazî ya wiha bibim, bi taybetî dema ku dahata wê ji bo projeyeke wekî ya Jan Kizilhan diçe, ji bo klînîka çareseriya derûnî.

Rûdaw: Herêma Baden-Wurttembergê ji bo dosyeya Kurdên Êzidî çi kiriye, heta niha we çawa alîkariya wan kiriye, bi taybetî li Şingalê?

Florian Hassler: Eyaleta Baden-Wurttembergê bi rêya kontenjaneke taybet (pişkeke taybet) ji bo jin û zarokên Êzidî pêwendî bi deverê re daniye. Piştî êrişa hovane ya rêxistina bi navê Dewleta Îslamî (DAIŞ), me biryar da zêdetirî hezar jin û zarokan li Baden-Wurttembergê wergirin lê ew tenê beşeke biçûk bû û nîşaneyeke biçûk a mirovahî û alîkariyê bû.

Her wiha me li wir, li Herêma Kurdistana Îraqê û li Şingalê jî dest bi alîkariyê kir. Îro me careke din bihîst ku rewşa Şingalê hîn çiqasî dijwar e; wêranî û mîlîşya, mixabin ti cih ne aram e. Lê tevî vê yekê, ji bo me girîng e li Şingalê jî veberhênanê di binesaziyê de bikin da ku bi rastî derfeta vegerê û veberhênana di projeyan de ji bo xelkê çêbibe. Herêma Baden-Wurttembergê di salên borî de piştevaniya nêzîkî 70 projeyan li deverê kiriye ku nîvê wan zêdetir li Şingalê bûn.

Rûdaw: Nêrîna cenabê te li ser rizgarkirina jinên Kurdên Êzidî çi ye, her wiha helwesta we li ser mijara "vegerandin/dersînorkirina penaberên Êzidî" ya ji bo Îraqê çi ye?

Florian Hassler: Destpêkê, ez wekî xwe bi rizgarkirina her jinekê û her zarokekî/e ji dîliyê kêfxweş dibim. Ev her tim di serdanên min de mijareke mezin bûye, wekî mînak dema çend hefte berê li Îraqê bûm; hîn bi hezaran jin û zarok bêserûşûn in û em nizanin li ku ne, lewra her tim nûçeyeke xweş e dema jin tên rizgarkirin, heta piştî wê maweya dirêj jî. Bê guman erka Herêma Baden-Wurttembergê ye jî ku li vir beşdar be û em bi berdewamî hewl didin piştevaniya wan bikin.

Paşê we pirsa dersînorkirinê kir ku gelekî di cih de bû; sereta biryar li cem hikûmeta federal e, ji ber ku em hikûmeta herêmê ne û rasterast yasaya mafê penaberiyê û koçê danaynin. Lê îşev jî me careke din ew yek anî ziman ku nabe rewşa taybet a Êzidiyan ku jenosîd bi serê wan de hatiye, bi xelkê din re were berawirdkirin ku pena tînin vê derê. Lewra em daxwazê ji hikûmeta federal dikin ku bi hûrgiliyeke zêdetir miameleyê bike û xelkê neşîne devereke ku ji ber jenosîdeke tirsanak jê reviyane. Em hewl didin saziyên xwe di vî warî de hişyar bikin.

Rûdaw: Piştî çendîn serdanên ji bo Herêma Kurdistanê, pêwendiya we li gel Kurd û çanda Kurdî çawa ye?

Florian Hassler: Min çend caran serdana deverê kiriye, hevalekî min ê gelekî nêzîk heye ku bi eslê xwe Kurd e û çendîn sal e li vir li Almanyayê dijî, ez beşdarî ahenga daweta birayê wî bûm. Di salên borî de pêwendiyeke zêde çêbûye, bi taybetî ligel mêvanperweriya mezin a Kurdan. Ez hîs dikim hinekî wîjdana min ezabê dide min dema ez li vir pêşwaziyê li mêvanên Kurdistana Îraqê yan Kurdan dikim, ji ber ku ew mêvanperweriya li wir li hemberî min hatiye kirin û bûye parçeyek ji min, mirov nikare wekî wê bersivê bide, bêhempa ye. Di warê xwarinê de jî, ez hezkiriyekî mezin ê xwarina Kurdî me, wisa hîs dikim di serdana xwe ya dawî de dema vegeriyam min 5 kîlo zêde kiribûn.