Trump: Ehmed Şer bi dilsozî kar dike
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji pêşhatên li Sûriyeyê raziye û got, "Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şer bi dilsozî kar dike."
Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê pêwendiyên Sûriye û Îsraîlê û rewşa dawî ya Sûriyeyê peyamek belav kir.
Trump got, “Amerîka ji wan encamên ku bi keda zêde û rijdiyê li Sûriyeyê hatine bidestxistin gelekî raziye.
Em dê hemû derfetên xwe bi kar bînin da ku hikûmeta Sûriyeyê ji bo avakirina welatekî rastîn û avedan, li ser armancên xwe yên sereke berdewam be.”
Donald Trump li ser pêwendiyên Sûriye û Îsraîlê jî got, "Gelekî girîng e ku Îsraîl diyalogeke xurt û rasteqîn bi Sûriyeyê re biparêze û tiştek neqewime ku bibe asteng li pêşiya guherîna Sûriyeyê bo dewleteke avedan."
Peyama Serokê Amerîkayê wisa ye:
"Amerîka ji wan encamên ku li Sûriyeyê hatine bidestxistin gelekî razî ye. Ev encam bi keda zêde û rijdiyê hatine bidestxistin.
Min dawî li sizayên gelekî bihêz û tund ên li ser Sûriyeyê anî û ev yek bû yek ji wan tiştên ku gelekî alîkarî da.
Baweriya min ew e ku Sûriye, serkirdayetî û gelê wê ev pêngav bi rastî teqdîr kirin!
Gelekî girîng e ku Îsraîl diyalogeke xurt û rasteqîn bi Sûriyeyê re biparêze.
Her wiha divê tiştek neqewime ku bibe asteng li pêşiya guherîna Sûriyeyê û veguherîna wê ya ji bo dewleteke avedan.
Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şer bi dilsozî kar dike da ku piştrast bibe tiştên baş diqewimin. Ehmed Şer dixwaze hem Sûriye û hem jî Îsraîl bi hev re bibin xwediyê pêwendiyeke demdirêj û bipêşketî.
Ev derfeteke dîrokî ye. Ev pêngav li ser wê serkeftinê zêde dibe ku pêşwext ji bo aştiya li Rojhilata Navîn hatiye kirin!"