Trump li ser xwenîşandanan gef li Îranê xwar
Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump gef li Îranê xwar û da zanîn ku “eger xwenîşanderan bikujin Amerîka dê bi hawara wan ve biçe.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Truth Socialê daxuyaniyek belav kir û got:
"Eger Îran xwenîşanderên aştîxwaz gulebaran bike û bi awayekî hovane bikuje ku ev edeta wan e Amerîka dê bi hawara wan ve biçe."
Trump di berdewamiya peyama xwe de îşaret bi amadehiya leşkerî kir û got:
"Em bi çek û cebilxaneyên xwe amade ne û li benda tevgerê ne. Spas ji bo guhdana we ya ji bo vê mijarê!"
Xwenîşandan belav dibin
Xwenîşandanên ji ber giraniyê roja Yekşemê 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an li Tehranê dest pê kir.
Xwenîşandan li parêzgehên wekî Kirmaşan, Loristan, Îlam, Çarmehal û Bextyarî, Qûm, Xûzistan, Fars, Îsfehan, Hemedan û Meşhedê belav bûn û heta niha li hinek bajaran alozî derketiye.
Piştî destpêkirina nerazîbûnan, Serokê Banka Navendî ya Îranê dest ji kar berda û Ebdulnasir Himetî bû Serokê nû yê Banka Navendî ya Îranê.
Himetî roja Çarşemê ragihand, ew dê bihayê tumen û rewşa bazarê aram bikin û rê li ber gendeliya li bazara diravan bigirin.
Pizîşkiyan: Divê em guh bidin xelkê
Doh Pêncşemê Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li ser xwenîşandanan ragihand:
"Çareserkirina pirsgirêka siyasî di bingeh de çareserkirina pirsgirêka aborî û bicihanîna dadmendiyê ye.
Kîjan siyaset dikare were bicihanîn, dema ku dadmendî di civakê de neyê peyrewkirin.
Çima xelk me qebûl nake, bila em qebûl bikin ku divê em guh bidin gotinên xelkê."
Hejmara kuştiyan zêde dibe
Li gorî zanyariyên nefermî yên ku heta niha hatine belavkirin, ji bilî 4 kesên li Loristanê, li bajarê Lordeganê yê Çarmehal û Bextyariyê du ciwanên 21 û 28 salî hatine kuştin.
Her wiha li Fûladşehra Îsfehanê kesekî bi navê Daryûş Ensarî û li bajarê Fesayê yê parêzgeha Farsê jî xwenîşanderekî 18 salî bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hatine kuştin.
Heta niha hejmara kuştiyan bi hûrgilî û fermî nehatiye ragihandin.