Xwendekarekî doktorayê propagandaya DAIŞê dike
Dusseldorf (Rûdaw) - Xwendekarekî doktorayê yê ji Sûriyê bi rêya vîdyoyekî li ser youtube belavkirî eşkere piştgiriya xwe bo rêxistina terorê DAIŞê diyar dike. Îstixbarata almanî û zanîngeha ku xwendekarê sûrî lê dixwîne dest bi lêkolînan kirine.
Xwendekarê bi navê Malik Fndy li Zanîngeha Teknîkî ya Darmstadtê (TU Darmstadt) di Beşa Matematîkê de doktoraya xwe çêdike. Weke ku berdevkê zanîngehê Joerg Feuck diyar kir, hevkarên Beşa Matematîkê xwendekarê sûrî di vîdyo de nas kirine û rêveberiya zanîngehê haydar kirine.
Di vîdyo de xwendekarê sûrî şîrove dike çima ew piştgiriya DAIŞê dike û diyar dike, “ji ber ku ew bi şerîeta xwedayê me desthilatê dikin“. Di vê navberê de xwendekarê sûrî qebûl kir ku wî vidyo kişandiye û belav kiriye.
Îstixbarata almanî (Landesamtes für Verfassungsschutz) jî haydarî vîdyo bûye û vîdyo weke “propagandaya cîhadî“ bi nav kir û dest bi lêkolînan kiriye.
Li gor berdevkê Zanîngeha Darmstadtê, rêveberiya zanîngehê jî dest bi lêkolînê derbarê xwendekarê xwe de kiriye û îhtimal heye ku ji zanîngehê bê dûrxistin: “Dîtina vîdyoyekî wiha ji bo me cihê matê bû. Beriya wê ti nişanên wê yekê bo me diyar nebûn ku ew xwendekar alîgirê DAIŞê ye.“
Xwendekarê sûrî ji 2007ê ve li Zanîngeha Darmstadtê tomarkirî ye û heta 2011ê li ser hesabê dewleta sûrî dixwend.