Heidelberg (Rûdaw) – Avahiya hola civînan a bajarê herî xweş ê Almanyayê hatiye amadekirin. Lembeyên sor dîwaran nixumandiye. Ala hatine bilindkirin û dengê muzîkeke caz ji hundir tê. Li ber derî zilamekî bi rêkûpêk li gel hevjîn û kurê xwe yê biçûk rawestiyane. Dema mêvan tên destê wan digrin û hinek ji wan maçî dikin. Hemûyan gul û diyarî bi xwe re anîne.
Navê vî zilamî Şahîn Karaaslan e. Kurdek wisa ye ku her çende ji Bakurê Kurdistanê weke koçber hatiye Almanyayê, îşev parêzgarê bajêr û rêveberên payebilind ên bankayan û hejmareke mezin ji kesayetên bajarê Heidelberg ji bo beşdariya salvegera bîstsaliya destbikarkirina weke bazirganekî mezin ê wî bajarî hatine.
Piştî demeke kin aheng dest pê dike û hemû behsa zîrekî û jêhatîbûna Şahîn dikin. Ew jî radibe û gotarekê dixwîne. Di navîna gotarê de rondik ji çavên wî têne xwarê. Tenê ew dizane ku bi çi êş û jan û xebat, bûye xwediyê vê sermayeya xwe ya niha. Hemû çepikan lê dixin û bi rêzgirtin lê temaşe dikin.
Henekên zarokan
Şahîn Karaaslan di 11 saliya xwe de bêyî dayîk û bavê xwe, tenê bi xwişkeke xwe re Bakurê Kurdistanê bi cih hiştiye. Li Almanyayê li mala apê xwe maye û wî şandine xwendinê. Baş tê bîra wî ku ew ewqas bêpere û hejar bûye ku her dem li malê du perçe nanê sade didan wî û wî jî ew nan dibir dibistanê: “Gelek caran zarokên Almanî, ji ber ku min nanê sade dixwar, henekên xwe bi min dikirin û li min dikeniyan.” Lê ev ji bo Şahîn bûye dersekê û wisa kiriye ku bi vê yekê razî nebe.
Wî çend sal bêyî dayîk û bavê xwe derbas kiriye, lê her dem hêviya wî hebûye ku dê rojek were û ew ê bi wan re şad bibe. Xewna wî jî pêk tê.
Bazirganiya biçûk
Şahîn dema dibe 17 salî, dibe xwediyê karê xwe. Bi malbata xwe re li jêrzemîna marketeke mezin a naverasta Heidelberg dikanekî donerfiroş vedike. Ew sal salên herî dijwar ên jiyana Şahîn bûne, bi taybetî jî ji ber ku ew yekane kurê dayîk û bavê xwe ye û xwişkên wî û hemû malbat her dem nazê wî kişandine. Şahîn Karaaslan dibêje ku ew zanîbû ku demên dijwar dê bi dawî bibin û divê berdewam bibe.
Rojekê li rawestgeha trênê gotinên bazirganekî navdar bala wî dikşîne, ku jê re gotiye "tiştê ji qezencê giringtir, bidestxistina bawerî ye". Ev gotin hemû jiyana Şahîn diguherîne û niha jî her dem bi vê gotinê kar dike: “Min ew qas bawerî li cem xelkê çêkir, ku dizanim siberoja min misoger e. Ji milyarderekî dipirsin: Her tiştên te hene, çiyê te tine? Gotiye: Rast e her tiştên min heye, lê baweriya min a xelkê tine, ez her dem tenê me! Baş e ku ez ne weke wî milyarderî me û her dem derdora min qerebalix e.”
Xewna mezin
Şahîn tevî karê şev û roj, di perwerdeya xwe de berdewam bûye. Lewma heman ew Şahînê ku di temenê xwe yê 11 salî de ji gundekî Cizîrê hat û peyvek jî Almanî nizanîbû, bi hewl û têkoşînê dibe nojdar. Piştre tevlî siyasetê jî dibe û li gel Partiya Keskan a Almanyayê, dibe serokê şaxa partiya xwe li Heidelbergê, ji bilî wê, dibe serokê sendîkayeke xwedîkaran li wî bajarî.
Xewnên Şahîn Karaaslan mezin in, her çende niha xwedî çend şaxên rêzemarketa Rewe ye li Almanyayê û ev sermayeyeke mezin û baweriyekê dixwaze, lê bi vê jî ne razî ye û dibêje deh salên min ên bê, divê ji vê gelek mezintir bibe.
Ew niha bi mezinkirina markaya xwe ve mijûl e ku gelek berhemên xwarinê pê difiroşe û navê markayê "delkat essa" ye. Ew karê xwe di ofîseke sade de dike û her roj mijûl e. Em jê dipirsin: "Weke milyonerek, tu nefikirî ku ofîseke te ya mezin û ciwan hebe? Dibêje: “Na, nabe mirov bi 50 milyon euro, xwe biguherîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse