Medyaya cîhanî derbarê egera êrişa Amerîkayê ya li Îranê çi dibêjin?
Hewlêr (Rûdaw) - Bi zêdebûna aloziyên di navbera birîvebiriya Trump û Îranê de, rojnameyên navdar ên cîhanê bi hûrgilî behsa senaryoyên şer, metirsî û amadekariyan dikin.
Washington Post: "Mûşekên Îranê hîn jî xeter in"
Washington Post diyar dike ku welatên Kendavê, wekî Erebistana Siûdî û Îmaratê hişyarî daye Amerîkayê û gotiye:
"Rast e Îranê sala 2025an şerekî 12 rojan li gel Îsraîlê kir û zerar dît lê hîn jî xwediyê depoyeke mûşekî ya pir bi hêz e ku dikare bingehên Amerîka û hevalbendên wê yên li herêmê wêran bike."
Rojname balê dikişîne ser wê yekê ku Îran mûşekên xwe li deverên çiyayî û di bin erdê de vedişêre û di mehên dawî de hilberîna wan du qat zêde kiriye.
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî, di egera êrişekê de gefa "şerê herêmî" xwar.
Wall Street Journal: "Beriya êrişê, divê parastineke bihêz were kirin"
Li gorî Wall Street Journal, Pentagon li Rojhilata Navîn mijûlî veguhastina sîstemên parastina asmanî yên zêdetir e.
• Amerîkayê sîstemên pêşketî yên wekî THAAD û Patriot şandine Urdin, Kuweyt, Behreyn, Erebistana Siûdî û Qeterê.
• Armanc ew e ku eger Amerîka li Îranê bixe, karibin li hemberî tolhildana Îranê parastina Îsraîl û leşkerên Amerîkayê bikin.
Rojname dibêje, heta ku ev amadekariyên parastinê bi temamî neqedin, êrişeke mezin nayê kirin.
New York Times: "Îran gelekî xetertir e"
New York Times jî dibêje ku Donald Trump dixwaze senaryoya Venezuelayê dubare bike lê pispor diyar dikin ku Îran cuda ye.
• Îsraîl piştî şerekî du salan, mûşekên parastinê yên têrker di destê wê de nemane û Îran dikare bi mûşekên mezin bajarên Îsraîlê bike armanc.
• Hîn ne zelal e ka gelo Trump dixwaze hikûmeta Îranê birûxîne yan tenê dixwaze wê neçar bike ku dest ji bernameya atomî berde.
Fortune: "Bi îhtîmala ji sedî 75 êriş dê pêk were"
Kovara aborî Fortuneyê jî ji zarê pisporekî enerjiyê got, "Egera ku di çend hefteyên pêş de Amerîka êrişî Îranê bike ji sedî 75 e."
• Bihayê petrolê bilind bûye. Metirsiya herî mezin girtina Tengava Hurmizê ye ku beşeke zêde ya petrola cîhanê di wir re derbas dibe.
Eger ev yek pêk were, bihayê enerjiyê dê rastî şokeke mezin bibe.
Deutsche Welle: "Çîn dê çi bike?"
Deutsche Welle ya Almanyayê jî dipirse ka gelo Çîn dê piştgiriya Îranê bike?
• Bersiv: Çîn di warê aborî de alîkariya Îranê dike lê ji bo Îranê nakeve nav şerekî li dijî Amerîkayê.
Têkiliyên bazirganî yên mezin ên Çînê li gel welatên endamên Komkara Erebî hene û naxwaze wan berjewendiyan ji dest bide.
Yedioth Ahronoth a Îsraîlî: "Îsraîl ditirse"
Yedioth Ahronothê jî eşkere kiriye ku Serokerkanê Îsraîlê bi dizî çûye Washingtonê.
• Peyama Îsraîlê: Daxwazê ji Amerîkayê dikin ku êriş bike, ji ber eger êriş neke "dê qels xuya bike".
Lê di heman demê de Îsraîl ditirse ku diyalog bi ser nekevin û Îsraîl baca wê bi mûşekên Îranê bide.
Encam:
Rojname li ser wê yekê hevfikir in ku rewş gelekî metirsîdar e.
Amerîka hêzên xwe kom dike û sîstemên parastinê bi cih dike, Îsraîl daxwaza lêdanê dike lê ditirse, welatên Kendavê ji bertekên Îranê nîgeran in û Îran jî bi şerekî giştî gefan dixwe.