Ji bo piştgiriya projeyasaya ‘Parastina Kurdan’ zêdetirî 365 hezar îmze hatin komkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo piştgiriya projeyasaya ‘Parastina Kurdan’ heta niha li ser înternetê zêdetirî 365 hezar îmze hatine komkirin da ku Kongreya Amerîkayê wê pesend bike.
Projeyasa ji aliyê her du senatoran; Lindsey Grahamê Komarî û Richard Blumenthalê Demokrat ve hatiye pêşniyarkirin.
Li gorî projeyasayê, eger hêzên Sûriyeyê êrişî Kurdan û HSDyê bikin, divê Amerîka ceza bixe ser serokkomar, wezîr, Banka Navendî û şirketên hikûmî.
Li ser malpera change.orgê kampanyayeke komkirina îmzeyan hatiye ragihandin da ku xelk piştgiriya xwe ji bo projeyasayê nîşan bide.
Îmzeker tenê nav, paşnav û e-maila xwe dinivîse û piştre bişkojka zer bitikîne.
Ev kampanya ji aliyê Cihan Brîfkiyê ve hatiye ragihandin ku Şêwirmenda Konfedarasyona Revenda Kurdistanyê ya li Amerîka û Kanadayê ye.
Mamosteyê Koleja Şer ê Zanîngeha Londonê Dr. Mihemed Îhsan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Çi qas îmze zêde bin girîngiya projeyasayê ew qas zêde dibe da ku were zanîn bê ma çend kes pêşvaziya wê dikin."
Mihemed Îhsan di berdewamiyê jî de got, "Nabe ku rêkeftina di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de xelkê ji îmzekirinê sar bike.
Berevajî vê yekê divê kampanya berdewam bike da ku hemû cîhan zanibe hîn jî Kurd di bin metirsiyê de ne."
Mihemed Îhsan bal kişand ser rêkarên bicihkirina yasayê û got, "Divê pêşî Kongre deng bide, paşê biçe Senatoyê û ji wir jî ji bo Serokê Amerîkayê were şandin."
Li gorî gotina Dr. Mihemed Îhsan, eger Serokê Amerîkayê Donald Trump projeyasayê îmze neke nabe yasa.
Akademîsyenê Kurd di berdewamiyê jî de got, "Heke îmze neke jî asayî ye çimkî ew dizane ku Amerîkayê di nav civaka navneteweyî de çi dilgiraniyek çêkiriye û ew dê zêdetir haydarî rewşê be."
Dr. Mihemed Îhsan eşkere kir ku li Îsraîlê û Brîtanyayê jî kampanyayên bi vî rengî yên ji bo parastina Kurdan hene û dibe ku li Fransayê jî hebin.
Parastina HSDyê wekî armanceke niştimanî
Di deqa projeyasayê de hatiye diyarkirin ku "Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)" di têkbirina DAIŞê û parastina ewlehiya herêmê de hevalbendekî sereke ne.
Her wiha hatiye gotin ku her gaveke hikûmeta Sûriyeyê yan her welatekî herêmê ya ji bo lawazkirina hêzên Kurdî, wekî "dijayetiya ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê" tê hesibandin.
Ceza dê kîjan kesan li xwe bigire?
Projeyasa daxwaz dike ku di dema êrişeke li ser Kurdan de, yekser ceza li ser berpirsên bilind ên Sûriyeyê werin sepandin.
Ceza dê van kesan li xwe bigirin:
• Serokkomarê Sûriyeyê.
• Hemû wezîrên kabîneya hikûmetê (bi taybetî wezîrên parastinê, darayî, karên derve û enerjiyê).
• Birêvebirê Banka Navendî û serkirdeyên leşkerî.
• Birêvebirên şirketên hikûmî.
Ceza dê li ser her kes û aliyê biyanî were sepandin ku alîkariya darayî, madî yan teknolojîk bide hikûmeta Sûriyeyê yan jî destê wî di binpêkirina mafên mirovan de hebe.
Sektora darayî û Banka Navendî
Projeyasa ceza dixe ser binesaziya darayî ya Sûriyeyê, Banka Navendî û hemû wan bankên biyanî yên ku miameleyê bi wan re dikin. Her wiha rê li ber her cure hilberîneke nû ya Amerîkayê ya li Sûriyeyê digire.
Rêlibergirtina derxistina navê Sûriyeyê ji lîsteya terorê
Taybetmendiyeke din a vê projeyasayê ew e ku eger Serokê Amerîkayê bixwaze navê Sûriyeyê ji lîsteya dewletên piştgirên terorê derxe, divê 90 roj berê Kongreyê agahdar bike.
Kongre jî dikare bi dengê sê ji ser pêncê senatoran wê biryara Serok red bike.
Helwesta li hemberî Heyeta Tehrîr El-Şamê (HTŞyê)
Projeyasa daxwaz ji Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê dike ku careke din "Heyeta Tehrîr El-Şamê" wekî rêxistineke terorîst a biyanî pênase bike.
Mercê rawestandina cezayan
Serokê Amerîkayê tenê di wê demê de dikare cezayan rawestîne ku Sûriye hemû êrişên xwe yên li ser HSDyê bisekinîne.
Eger êriş ducare dest pê bikin, ceza dê yekser bikevin dewrê. Ev yasa eger were pesendkirin dê ji bo 5 salan kar bike.