Brîtanyayê 11 berpirs û saziyên Îranî xistin lîsteya cezayan
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê di çarçoveya zêdekirina fişarên navneteweyî yên li ser Tehranê de, ceza li ser Wezîrê Karên Navxwe û 10 berpirs û kesayetên din ên Îranî sepand.
Li gorî wezaretê, ev biryara ku îro hatiye dayîn, "bersiveke rasterast e ji bo binpêkirinên berdewam ên mafên mirovan û tepeserkirina tundûtîjî ya xwenîşandanên dawî yên li Îranê."
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê, ceza ji cemidandina sermayeyê (mal û milk), qedexeya geştkirina bo nav axa Brîtanyayê û rêlibergirtina her cure miameleyeke bazirganî pêk tên.
Di vê lîsteya nû de çend berpirsên bilind ên Wezareta Karên Navxwe, fermandarên polîsan, dadwer û kesayeteke naskirî ya darayî hene.
şWezaret dibêje ku ev kes "bi wê yekê tên tohmetbarkirin ku destê wan di bêparkirina welatiyan a ji mafên wan ên bingehîn û bikaranîna tundûtîjiyê ya li dijî xwenîşanderan de heye."
28ê Kanûna Pêşîn a par, welatiyên Îranê li Tehranê dest bi xwenîşandanan kir.
Piştre hêzên ewlehiyê yên wî welatî li dijî xwenîşanderan tundûtîjî bi kar anî.
Li gorî amarên rêxistina HRANAyê, heta niha kuştina zêdetirî 6 hezar û 800 kesan hatiye piştrastkirin lê hikûmeta Îranê behsa kuştina 3 hezar û 117 kesan dike.
Kesên ku ketine lîsteya cezayan:
Îskender Muminî
Post: Wezîrê Karên Navxwe û Alîkarê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ji bo Karên Polîsan.
Sedema cezayê: Ji ber tundûtîjiyên li dijî xwenîşanderan ên salên 2025 û 2026an berpirsiyar e.
Mihemed Reza Haşimîfer
Post: Serokê Polîsên parêzgeha Loristanê.
Sedema cezayê: Tepeserkirina azadiya derbirînê û civînên aştiyane.
Ehmed Emînî
Post: Eqîd û Birêvebirê Polîsên bajarê Nûrê.
Sedema cezayê: Serpereştiya bicihkirina hicaba bi zorê kiriye.
Mihemed Qenberî
Post: Fermandarekî artêşê.
Sedema cezayê: Destê wî di îşkencekirin, tundûtîjîya zayendî û tepeserkirina xwenîşanderan de heye.
Ehmed Derwîş Guftar
Post: Dadwerê li taya 1ê ya Dadgeha Şoreşê ya Reştê.
Sedema cezayê: Bi rêya karên xwe yên dadweriyê mafên mirovan binpê kirine.
Mehdî Resexî
Post: Dadwerê li Dadgeha Şoreşê ya Reştê.
Sedema cezayê: Binpêkirina mafên mirovan.
Mihemed Zemanî
Post: Berpirsekî bilind ê Supaya Pasdaran a Îranê.
Sedema cezayê: Destê wî di kuştina xwenîşanderekî de heye û endamê rêxistineke tepeserker e.
Seyîd Mecîd Feyz Ceferî
Post: Berpirsê têkildarî çalakiyên ewlehiyê.
Sedema cezayê: Binpêkirina mafê azadiya derbirînê û civînên aştiyane.
Yedulah Bûelî
Post: Berpirsê leşkerî û ewlehiyê.
Sedema cezayê: Binpêkirina mafê jiyanê û azadiya derbirînê.
Babek Zencanî
Post: Bazirgan û sermayedar.
Sedema cezayê: Dabînkirina alîkariya darayî ji bo wan kesên ku mafên mirovan bin pê dikin.
Hêzên Ewlehiyê yên Komara Îslamî
Sazî: Saziya Polîsên Îranê.
Sedema cezayê: Di dema nerazîbûnên meha 1ê ya 2026an de li seranserê welêt xwenîşander bi awayekî kujende tepeser kirine.