SWÊD – Jin jî êdî diçin leşkeriya neçarî

02-03-2017
RÛDAW
Nîşan Swêd Jin Leşkeriya neçarî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Swêdê ragihand, êdî li wî welatî jin jî tevli leşkeriya neçarî dibin.

 

Swêd di sala 2010an de leşkeriya mecbûrî betal kiribû. Hikûmetê bi daxuyaniyekê diyar kir, leşkeriya mecbûrî dê dîsa bidin destpêkirin û jin jî beşdarî vê sepandinê bibin.

 

Di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin, ji 1ê Çileya 2018an ve, dê leşkeriya mecbûrî ji nû ve were sepandin. Artêşa Swêdê welatiyên xwe yên jin û mêr ên ku ji sala 1999an şûnde hatine dinyayê, werbigre leşkeriyê.

 

Ji 13 hezar xort û keçên ku di sala 1999an de hatine dinyayê, piştî ceribandinên psîkolojîk û laşî, 4 hezar welatî dê werin hilbijartin.

 

Li Swêdê leşkeriya ku tenê ji bo xortan mecbûrî bû, di sala 2010an de hatibû betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst