Trump çima biryara şer da? Axiosê hûrgiliyên kuştina Xamineyî eşkere kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Malpera Axiosê ya Amerîkayê, pêvajoya bi dizî ya du mehan eşkere kir ku tê de Elî Xaminêyî hat kuştin.
Li gorî nûçeyê, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji aliyekî ve dîplomasî dimeşand û ji aliyê din ve jî bi hevkariya Îsraîlê plana operasyona "Xezeba Destanî" dikir ku Xaminêyî dikir hedef.
Dan û standinên dawî yên li Cenevreyê jî wekî "xefikekê" hatin bikaranîn da ku pêşî li çûna Xaminêyî ya ji bo stargeha wî ya binerdî bê girtin.
Êrişa Îsraîl û Amerîkayê ya sibeha şemiya 28ê Sibatê ya li ser cihê serkirdayetiya li Tehranê, ne êrişeke tesadufî bû.
Ev êriş encama stratejiyekê bû ku du meh in bi hûrgilî dihat meşandin.
Li gorî nûçeya Axiosê ya ku xwe dispêre rayedarên payebilind ên Amerîka û Îsraîlê, tovên krîzê dawiya meha Kanûna Pêşîn bi hevdîtina Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya li Mar-a-Lagoyê ya bi Trump re hatin avêtin.
Dan û standinên Cenevreyê: Plana derxistina Xaminêyî
Yek ji hûrgiliyên herî balkêş ên nûçeyê, derbarê dan û standinên nukleer ên pêncşema borî yên li Cenevreyê de ye.
Nûnerên taybet ên Trump, Jared Kushner û Steve Witkoff dema beşdarî dan û standinan dibûn, di rastiyê de dizanibû ku dê ti peyman dernekeve.
Rayedarekî payebilind ê Amerîkayî ji Axiosê re ragihand: "Armanca me ya sereke ya di dan û standinan de ew bû ku em di nava birêvebiriya Îranê de wê têgihiştinê ava bikin ku dîplomasî hîn zindî ye.
Pêwîst bû em rê li wê yekê bigirin ku Xaminêyî gumanê ji êrişekê bike û bireve stargeha binerdî."
Heman rayedarî destnîşan kir ku eger Xaminêyî biketa stargehê, wan nedikarî wî bi vê operasyonê bikujin.
Telefona krîtîk: "Uranyuma 5 qat zêdetir"
Di odeya li Cenevreyê de, aliyê Îranê pêşniyareke ji 7 rûpelî pêşkêş kir.
Şandeya Îranê belgeyeke berfireh danî ser maseyê ku diparast, pêdiviyên wan ên uranyuma meyandî bi temamî ji bo mebestên aştîyane û hilberîna enerjiya sivîl in.
Kushner û Witkoff ji bo piştrastkirina daneyên teknîkî yên di belgeyê de, yekser bi rêya xeteke ewle telefonî çavdêrên nukleerê yên Neteweyên Yekbûyî (IAEA) û pisporên pêwendîdar kir.
Analîza ku pisporan pêşkêş kir, nîşan da ku gumanên Washingtonê di cih de ne.
Pisporan ji şandeyê re ragihand ku hejmarên ku Îranê pêşkêş kirine, 5 qatan zêdetirî sînorên kapasîteya meyandinê ne ku di peymana nukleer a sala 2015an (JCPOA) de hatibûn diyarkirin.
Rayedarekî Amerîkayî got, "Ev kapasîteya ku Îranê îdia dikir ji bo mebestên sivîl e, di rastiyê de binesaziya teknîkî ya pêwîst a ji bo çêkirina çekên nukleer bi xwe bû."
Maskeya "lêkolînên pijîşkî"
Îdiayeke din a di belgeyê de ew bû ku uranyum ji bo lêkolînên bijîşkî û hilberîna dermanan li Reaktora Lêkolînê ya Tehranê hatiye stokkirin.
Lê belê îstixbarata Amerîkayê û pisporên teknîk ev îdia jî pûç kir.
Pisporan diyar kir, ew madeyên ku di destê Tehranê de ne heta niha ji bo hilberî dermanekî tenê jî nehatine bikaranîn û her tişt "ji bo xapandina cîhanê" hatiye dîzaynkirin.
Sê xetên sor ên ku Îranê red kirin
Sê sernavên sereke yên ku bûn sedema xitimîna dan û standinan û Trump ber bi biryara şer ve dehf da ev bûn:
- 1-Amerîkayê ji bo bernameya nukleer a sivîl sotemeniya bêsînor û bêpere pêşniyarî Îranê kir lê mercê rawestandina temamî ya çalakiyên meyandina uranyumê danî. Îranê ev yek red kir.
- 2-Tehranê di "her qonaxê" de nîqaşkirina li ser kapasîteya xwe ya mûşekên balîstîk red kir. Rayedarekî Amerîkayî li ser vê got, "Em nikarin bi rejîmekê bijîn ku mehê 100 mûşekan çêdike."
- 3-Îranê qebûl nekir ku fînansmana ji bo wekîlên xwe yên çekdar ên li Rojhilata Navîn (Hemas, Hizbulah, Hûsî) qut bike.
Trump: "Bi me dileyîzin"
Kushner û Witkoff pêncşemê bi şev ji Cenevreyê bi rêya xeteke ewle telefonî Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance kir. Wan ragihand ku "li ser maseyê ti bipêşveçûna berbiçav nîne."
Trump rapora ji Cenevreyê ya bi navê "Daneyên teknîkî derew in, Îran hewl dide demê qezenc bike" wergirt.
Trump ji şêwirmendên xwe re stratejiya Îranê wekî "Lîstik, hîle û taktîkên mijûlkirinê" kurt kir.
Trumpê ku roja înê biryara xwe ya dawî da, gihîşt wê baweriyê ku Îraneke xwedî çekên nukleer ji bo hevalbendan û axa sereke ya Amerîkayê "gefeke hebûnî" ye û fermana operasyonê îmze kir.
Çima sibeha şemiyê?
Raporên îstixbaratê diyar kir ku Xaminêyî her sibeha şemiyê bi şêwirmendên xwe yên herî payebilind re li ofîsa xwe ya li ser erdê civîneke ewlehiyê ya rutîn dike.
Ev yek ji bo plansazên operasyonê "pencereyeke zêrîn" bû.
Heta nûçeya Axiosê ya çend roj berê ya bi navê "îhtimala sûîqesta li ser Xaminêyî" di baskê leşkerî de bûbû sedema panîkeke demkî jî.
Lê belê Xaminêyî rûtîna xwe xera nekir û ev bû sedema serkeftina êrişê.
Sibeha şemiya 28ê Sibatê li Tehranê di heman demê de li avahiyên li ser erdê sê lûtkeyên ewlehiyê yên payebilind ên cihê dihatin lidarxistin û balafirên Amerîka û Îsraîlê di heman demê de li her sê xalan da.
Hewla dawî ya Umanê
Roja înê Wezîrê Karên Derve yê Umanê ji bo bipaşxistina biryarê bilez çû Washingtonê lê Trump ji biryara xwe venegeriya.
Rayedarekî îstixbarata Îsraîlê rewş bi vî rengî anî zimên: "Îraniyan quretî kir, wan bawer kir ku Trump nakeve nava liv û tevgerê. Wan şaşî kir."