Artêşa Amerîkayê: Hejmara leşkerên me yên kuştî derket 4an

Hewlêr - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, hejmara wan leşkerên Amerîkayê yên ku di encama şer û pevçûnên li gel Îranê de hatine kuştin, gihîşt 4an.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, leşkerê çaremîn ê ku di dema êrişên destpêkê yên li ser Îranê de bi giranî birîndar bûbû, îro ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest da.

Bi vî awayî hejmara leşkerên kuştî yên wî welatî bû 4.

CENTCOM di daxuyaniya xwe de got, "Operasyonên leşkerî û hewldanên me yên bersivdanê didomin."

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê derbarê nasnameya leşkerên kuştî de, amaje pê kir ku li gorî protokolên leşkerî, nasnameya wan leşkeran heta ku 24 demjimêr di ser agahdarkirina fermî ya malbatên wan re derbas nebe, nayê belavkirin.