Trump: Em ji bo şerekî dûdirêj amade ne û em bêzar nabin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku di şerê bi Îranê re çar armancên wan hene û yek ji wan ew e ku Îran êdî çekan nede komên çekdar.
Donald Trump îro ragihand ku armancên wan ên derbarê Îranê de zelal in û got:
"Têkbirina şiyanên mûşekî ku mûşekên gelekî baş çêdike, têkbirina keştiyên wan ên şer ku Îran qet çeka atomî bi dest nexe û Îran êdî çekan nede komên terorîst."
Trump her wiha eşkere kir ku şerê Îranê dibe ku "çar heta pênc hefteyan" berdewam bike lê got ku ew ji bo demeke dirêjtir amade ne û "em bêzar nabin."
Serokê Amerîkayê ragihand ku operasyonên wan ên leşkerî yên li ser Îranê berdewam dikin û armanc jê nehiştina gefên Tehranê ye.
Trump her wiha got, "Me pêşbînî dikir ku çend hefteyan bajo lê me tenê di çend demjimêran de serkirdayetiya Îranê rûxand."
Donald Trump da zanîn ku artêşa welatê wî bi rêya operasyona "Hêrsa Destanî" mijûlî jinavbirina "gefên metirsîdar ên rejîma Îranê ye."
Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku piştî ku bi rêya operasyona "Çakûçê Nîvê Şevê" Hezîrana 2025an jêrxana atomî ya Îranê têk birin, hişyarî dabûn Tehranê ku deverên nû ji bo bipêşxistina çekan bi kar neyîne lê "wan guh neda hişyariyên me."
Trump behsa metirsiya mûşekên Îranê kir û got, "Bernameyên wan ên mûşekî bi lez bi pêş diketin û gihiştibûn Ewropa û baregehên me; di demeke nêzîk de digihîşt Amerîkayê jî.
Armanca wan ew bû ku di bin siya mûşekan de çeka atomî veşêrin."
Donald Trump careke din serbilindiya xwe bi betalkirina rêkeftina atomî ya Barack Obamayî anî ziman û ew wekî "xerab" pênase kir.
Serokê Amerîkayê her wiha behsa dîroka 47 salan a nakokiyan kir û got, "Her kesê ku hûn dibînin lingekî wî jê bûye, ji ber wan bombeyên çandî bûye ku Qasim Silêmanî datanîn; ew bavê bombeyên çandî bû lê min di xula xwe ya yekem de ew tune kir."
Trump derbarê armancên niha yên şer jî de ragihand ku demjimêr bi demjimêr şiyana hilberîna mûşekan a Îranê têk dibin û got: "Me hêza wan a deryayî ji nav biriye û heta niha me 10 keştiyên wan ên şer di kûrahiya deryayê de binav kirine."
Serokê Amerîkayê teqez kir ku rê nadin Îran wekî "sponsorê hejmar yek ê terorê li cîhanê" bigihîje çeka atomî.
Trump amaje bi wê yekê jî kir ku Tehranê ji rêkeftinan bi paş ve gav avêtiye, loma "divabû em bi awayekî rast miameleyê bi wan re bikin."
Donald Trump sersaxî ji malbatên wan çar leşkerên Amerîkayî re xwest ku di vî şerî de hatine kuştin û ragihand ku welatê wî şînê ji bo wan digire.
Trump li ser wan rexneyan ku dibêjin serok di demeke nêzîk de dê ji şer bêzar bibe jî got:
"Ez bêzar nabim, ti tiştê vê operasyonê ji bo min ne bêzarker e. Eger ez bêzar bûbûma niha ez ne li vir bûm."
Trump matmayîna xwe ya li hemberî leza pêvajoyê anî zimên û got:
"Me pêşbînî dikir ku rûxandina serkirdayetiya Îranê çar heta pênc hefteyan bajo, lê tenê çend demjimêran ajot û ji ya ku em li bendê bûn zûtir bû."
Roja 28ê Sibatê şer bi êrişa Îsraîl û Amerîkayê ya li ser Îranê dest pê kir û paşê wê jî bi mûşek û dronan bersiv da.
Trump dibêje, wan 49 serkirdeyên Îranî kuştine ku yê herî diyar Rêberê Îranê Elî Xamineyî ye.